Nobeta Edaletê hat astengkirin 2022-11-25 16:02:51   STENBOL – Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê ya li Stenbolê didomînin, di encama êrişa polîsan de hatin binçavkirin.    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, malbatên girtiyan li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Nobet her hefteyê tê domandin û çalakiya 36’an li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş ê bi navê Erdal Ozel ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, Kumrî Akgul û dayika Hatîce Calhan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin Zeynep Calhan amade bûn. Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî tev li çalakiyê bûn.    POLÎSAN GIRSE DORPÊÇ KIR    Beriya çalakiyê, Qada Çaglayanê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan, bi hinceta biryara qedexeyê ya Qeyemeqamtiya Kagithanayê, hewl da girseyê asteng bike. Çalakvanan bertek nîşanî astengkirin û dorpêça polîsan da. Parlamenter Mûsa Pîroglû di çalakiyê de bi bîr xist ku hemû qeymeqamtî ji bo çalakiyên derheqê girtiyan de biryara qedexeyê derdixînin û wiha got: “Divê em vê pirsgirêkê bînin ziman.”    XIZMÊN GIRTIYAN: EM Ê VÎ SÛCÎ BIKIN    Malbatên girtiyan ên di dorpêça polîsan de jî gotin; “Gelo ma daxwaza me ya edaletê sûc e? Em ji bo edaletê hatine vê derê û heke ev sûc be, em ê vî sûcî bikin.” Li ser vê yekê jî polîsan erişî xizmên girtiyan kirin û hewl dan binçav bikin. Xizmên girtiyan jî bertek nîşanî binçavkirinan dan û dirûşmên “Maf, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    11 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Hat zanîn ku di encama êrişa polîsan de Zeynep Calihan, Kumru Akgul, Emîne Arslan, Şahîn Kizilkaya, Feryat Sakalli, Sebahattîn Hallî, Şafî Erol, Evîn Genç,  Adalet Unlu, Emrûllah Şenyuz û Zemîne Gokçe hatin binçavkirin.   BANGA JI BO GEL    Parlamenter Pîroglû jî bertek nîşanî binçavkirin da û wiha got: “Êdî li kolanan jî gel bi îşkenceyê binçav dikin. Xizmên girtiyan û dayikên wan her tim tên binçavkirin û nahêlin ku pirsgirêkên li girtîgehan bînin ziman. Bêdengkirina xizmên girtiyan û derbkirina dayikan, êrişeke li dijî wijdana vî welatî ye. Her ku em bêdeng dimînin û vê rewşê qebûl dikin, ev dorpêç jî dê mezintir bibe. Sedema kuştinên li girtîgehan û zilma li girtiyan tê kirin, em in. Ev gel e ku xwe li bêdengiyê datîne. Ev banga min ji bo gel bi xwe ye; heta ku em van dayikan li vê derê bi tenê bihêlin, dê ev tişt her tim bi serê me bên. Her ku em li dijî mirinên li girtîgehan xwe li bêdengiyê datînin, dê ev mirin bidomin. Divê hemû kes li dijî zilm û zordestiyê dengê xwe bilind bike û piştgiriyê bidin girtiyên nexweş.”