Li Girtîgeha Eregliyê zexta psîkolojîk dikin 2022-11-25 15:29:19 ENQERE - Girtiyan diyar kirin ku li Girtîgeha Eregliyê ku li dijî tecrîda girankirî, çalakiya greva birçîbûnê lê didome, gardiyan zextên psîkolojîk li wan dikin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a 10 rojan ku girtiyên siyasî li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê di 4’ê cotmehê de dane destpêkirin ji 16’ê mijdarê ve bi awayekî bêdem û bêdorveger berdewam dike. Girtiyên ku bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn, anîn ziman ku gardiyan zexta psîkolojîk li wan dikin.    Yek ji girtiyan Remzî Akyurek ê bi malbata xwe re axivî ev tişt ragihandin: “Binpêkirinên mafan û tecrîda girankirî ya li vir her ku diçe giran dibe. Dema hewadarkirinê gelek kêm e. Em bêhnê nagirin.  Xwarin qasî ku nayên xwarin nebaş in. Em nikarin pereyê xwe bi xwe jî bikarbînin. Dema ji kantînê xwarinê digirin jî bisînor dikin. Dibêjin ev xwarin ji bo gardiyana ne hûn nikarin bigirin. Ez nexweşê anemiyê me tevî ku min rapora xwe nîşanî wan da jî nikarim tiştekê bigirim. Her tim zexta psîkolojîk dikin. Girtiyên nexweşên giran nabin nexweşxaneyê, li revîrê derman dikin. Em hêj di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin. Serlêdanên ku me ji bo daxwazên me bên pêşwazîkirin kirin, nayên qebûlkirin. Gardiyan her tim dibêjin ‘hûn xwe birçî bihêlin bihêlin, ji me re çi’.”