HDP: Êrişên li ser Guzelê bi rêya Meclisê hatin berdewamkirin 2022-11-25 14:49:43   ENQERE - HDP’a ku ji biryara betalkirina parlamenteriyê ya Komisyona Têkel re şerh danî, diyar kir ku Semra Guzel bi hedef nîşandanê hate lînçkirin û bal kişand ku ev rewş bi destê Meclisê hate domandin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji biryara betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a Komîsyona Têkel a ji Komîsyona Edalet û Makeqanûnê ya Meclisê pêk tê re şer danî. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ji ber nexweşîna xwe tevlî civînê nebûbû. Komîsyona ku bêyî Gulumê li hev kom bûbû, bi yekdengî biryar dabû ku parêzbendiya Guzelê bê betalkirin.   Di şerha ji îmzeya Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaşê û parlamenter Abdûllah Koç, Zuleyha Gulum, Mehmet Ruştu Tiryakî, Erdal Aydemîr, Huseyîn Kaçmaz, Mahmût Togrûl pêk tê û 16 rûpel e de bal hate kişandin ser hewldanên lîncê yên ser Semra Guzelê, biryarên nelirê yên li dijî makeqanûnê, pişt perdeya girtina ji DEP’ê heta HDP’ê, neçareserkirina pirsgirêka kurd û pêvajoya çareseriyê.    BIRYAR NELIRÊ YE   HDP’ê, di şerha xwe de diyar kir ku komisyon ji ber ûsûlê kom bû, biryara betalkirina parlamenteriya Guzelê ji zû ve hatiye dayîn û wiha got: “Semra Guzel ji ber girtî bû nikarî mafê xwe bi awayekî baş bikarbîne û fikr û daxuyaniyên me yên têkildarî parlamentera me Semra Guzelê de jî nehatin guhdarkirin. Ji ber vê yekê pêvajo bi awayekî teşeyî hatiye bi cih, komîsyonê peywîra xwe bi cih neanî ye, nîqaş bi rê ve nebirine. Ji ber vê yekê biryara komisyona amadekar nelirê ye û komîsyona têkel jî tevî vê biryara nelirê kom bûye.”   HDP’ê di şerha xwe de destnîşan kir ku pêvajoya lîncê ya li dijî parlamentera wan a Amedê Semra Guzelê hate destpêkirin bi destê Meclisê hate berdewamkirin.