Emîne Şenyaşar ‘li dijî tundiyê’ ev 627 roj in li ber xwe dide 2022-11-25 12:07:58   RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de li pêşiya Edliyeya Rihayê bal kişand ser bêedaletiyê û daxwaza edaletê kir.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 627’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe domandin.   Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar da zanîn ku daxwazên wan ên hiqûqî nehatine pêşwazîkirin lewma jî nobeta wan didome û wiha got: “Tişta ku li me tê kirin, neheqî û zilm e. Divê rayedar li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemînin.” Şenyaşar, bi domdarî bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî û wiha got: “Dayikek ev du sal in li dijî zilmê li ber xwe dide. Tevahiya Tirkiyeyê jî vê rewşê temaşe dike. Heke li Tirkiyeyê qala maf, hiqûq û edaletê bê kirin, ji ewil bila li pêşiya Edliyeya Rihayê binêrin. Bila vê dayikê bibînin.”     'EZ NIKARIM LI MALÊ RÛNIM’    Piştre jî dayika Emîne axivî û ev tişt anî ziman: “Em edaletê dixwazin. Ev du sal in ez li vir daxwaza edaletê dikim. Kurekî min ev 4 sal in di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Bila kurê min berdin. Ez bo her kesî daxwaza edaletê dikim. Di vê baran û sermayê de nikarim li mala xwe rûnim. Bila êdî edalet pêk bê.”