Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin 2022-11-25 12:02:06   RIHA - Danişîna doza M.S. ku li Wêranşarê tacîza zayendî li zirxwîşka xwe ya 10 salî S.S. kiribû û bi sûcê “bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî kiriye” tê darizandin, di 30’ê mijdarê de tê lidarxistin. Dayika S.S. ji bo tevlibûna danişînê bang kir û wiha got: “Ev doz ne tenê doza keça min e lê doza hemû zarokên hatine îstîsmarkirin û destdirêjî lê hatiye kirin e.”    Kesê bi navê M.S. (17),  li Wêranşar a Rihayê salekê bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zirxwişka xwe ya 10 salî S.S. kir. Bi vê sedemê jî di 21’ê gulana 2021’an de hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, sewqî dadgeha nobedar hat kirin û hat berdan. Di lêpirsîna bi sedema “tacîza zayendî ya sîstematîk” derheqê M.S. de hatiye vekirin de biryara “hewcehî bi teqîbatê nîne” hat dayîn.    NEQÎRÎNA WÊ WEKE HINCET HAT NÎŞANDAN   5’emîn Daîreya Dadgeha Bilind têkildarî bûyerê wiha gotibû: “Dema ku destdirêjî li mexdûreyê dihat kirin, neqîriya û alîkarî ji derdorê nexwestiye. Li gorî îfadeyên mexdûreyê, di cih û demên cuda de rastî destdirêjiyê hatiye lê di vê navberê de ev rewş bi kesekî re parve nekiriye û gilî nekiriye.” Dozgeriyê jî ev îfadeye esas girtin û wiha got: “Dema rewşa hatiye vegotin esas tê girtin; rewşeke ku mexdûre îftîrayê li zarokê sûc kiriye di dosyayê de nîne. Lê ev rewş bi tena serê xwe nabe delîl ku ev sûc hatiye kirin. Delîlên ku mexdûr rastî îstîsmara zayendî hatiye nehatine bidestxistin û îdiayên mexdûr rast nînin.” Dozgeriyê bi van îdiayan jî biryara “hewcehî bi teqîbatê nîne” da.    ÎTÎRAZ HAT KIRIN    Parêzera dozê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li dijî vê biryarê îtîraz kir. Dadgeha Bilind jî ev îtîraz rast dît û biryar da ku doz divê li Dadgeha Cezayên Giran bê dîtin. Piştî biryarê jî Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê îdianameya derheqê M.S. de qebûl kir.     XWEST BÊ CEZAKIRIN   Îdianame, bi sedema sûcê “bi awayeke sîstematîk hewl daye îstîsmara zayendî li zirxwişka xwe kiriye” hat vekirin. Di îdianameyê de hat gotin ku her çiqas delîlên tibbî yên îstîsmara zayendî nebin jî, ji ber ku di navbera mexdûr û zarokê îstîsmara zayendî kirî de dijminatiyek nîne, sedemeke ku mexdûr îftîrayê li zarok bike nîne. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku dema li delîl û ewraqên di dosyayê de tên nirxandin, gumana ku zarokê behsê xeberê sûc kiriye û hat xwestin ku bê cezakirin.    Danişîna ewil a dozê dê di 30’ê mijdarê de li Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê bê lidarxistin.    JI NAVÇEYÊ BAR KIRIN   Dayika zaroka ku bi awayekî sîstematîk rastî tacîza zayendî hatî D.G, têkildarî mijarê axivî. D.G., da zanîn ku piştî bûyer derketî holê agahî dane mam û endamên din ên malbatê û wiha domand: “Lê mamê M.S. li biraziyê xwe xist û hewl da bi ser bûyerê bigire. Ji min re got ku heke em vê mijarê negirin, dê bo min û zarok bibe pirgsirêk. Min zaroka xwe ji Wêranşarê revand û bir Stenbolê. Me serî li Şaxa Zarokan a Navenda Polîsan a Ataşehîrê da. Li Navenda Şopandina Zarokan li gel pedagogan îfadeyê keça min girtin. Piştre jî kesê behsa xeberê li Wêranşarê hat binçavkirin û hat berdan. Em li bendê bûn ku doz were vekirin lê dozger hêj di destpêkê de biryara bêteqîbatê da û ji bo zaroka min tevdîra tenduristiyê da.”    BANGA TEVLIBÛNA DOZÊ    Bi domdarî D.G. destnîşan kir ku piştî îtîraza wan a li dijî biryarê, ji ewil doz birin îstînafê û piştre jî birin Dadgeha Bilind. D.G., axaftina xwe wiha domand: “Dadgeha Bilind, dosya ji Dadgeha Malbatê girt û da Dadgeha Cezayên Giran. Di vê navberê de xizmên zarok gef li me xwarin. Ji ber van tevdîran jî dadgehê biryar da ku navnîşana me bê veşartin û biryara tevdîrê da. Danişîna dozê dê di 30’ê mijdarê de bê lidarxistin. Ev doz ne tenê doza zaroka min e. Doza hemû zarokên hatine îstîsmarkirin û zarokên rastî destdirêjiyê hatin e. Banga min ji bo her kesên ji neçarî bêdeng mayîn, yên ku bi tecawizkarê xwe re hatine zewicandin ew e ku tev li danişînê bibin. Di heman demê li dijî kesên dibêjin ‘daxwaza zarok hebû’, ev doz dê bibe dozeke mînak.”