Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin 2022-11-25 11:07:42   ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ji ber gotinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, hatibû girtin. Îdianameya derheqê Fîncanci de hat amadekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta axaftinên wê yên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci de lêpirsîn dabû destpêkirin û Fîncanci di 27’ê cotmehê de hatibû girtin. Lêpirsîna derheqê Fîncanci de hat temamkirin.    Di îdianameyê de Fîncanci bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin û heta 7 sal û 6 mehan cezayê hefsê bo tê xwestin.