Şehba û Zirgan hatin bombebarankirin 2022-11-25 10:43:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk herêma Şehbayê û gundên girêdayî bajarokê Zirganê bi çekên giran topbaran kir.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); dewleta tirk herêma Şehbayê û gundên girêdayî Zirganê bi çekên giran hedef girt. Hat ragihandin ku gundên Dada Ebdal û Bobî yên Zirganê bi çekên giran hatin bombebarankirin. Her wiha dewleta tirk şevê din saet di 01:33’an de gundê Belûniye yê Şehbayê bombebaran kir.