Mele: Bikaranîna kîmyasalê li dijî mirovahiyê ye, guneh û heram e 2022-11-25 09:05:09   WAN - Aliman anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî guneh û heram e û li dijî mirovahiyê ye û gotin ku ên vê yekê dikin xiyanetê li mirovahiyê û cîhanê dikin.    Bertek û nerazîbûnên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê bi kar tîne zêde dibin. Meleyên li Wanê destnîşan kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî ne mirovî, ne hiqûqî ne jî îslamî ye û gotin ku kesên van çekên kîmyewî bi kar tînin jî tenê ne li mirovan, xiyatenê li jiyanê jî dikin.    ‘GUNEH Û HERAM E'   Îbrahîm Sunkur bilêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Bikaranîna çekên kîmyewî tenê ne ji bo kuştina mirovan, ji ber ku li xwezayê jî tê bikaranîn guneh û heram e û li dijî mirovahiyê ye. Tevî mirovan hemû candarên li xwezayê dimirin; av qirêj dibe û gelek xirabî rû didin. Ev li cîhanê hatiye qedexekirin. Ên van çekan bi kar tînin tenê ne li gel, xiyanetê li jiyanê û cîhanê jî dikin. A rast kesên guh li hiqûqê û pîvanan nakin, hûn nikarin mirovahiyê bînin bîra wan. Divê dewlet rabin ser pêyan û bertek nîşan bidin. Cîhan, divê van kesan tecrîd bike. Alema îslamê bertekê nîşan nade. Ger îslam tune be, ma dê alema wê çawa hebe? Îslam, tenê ne nimêj e, parastina mirovahî, hiqûq û edaletê ye jî. Îslamiyet tenê bi nimêj û rojiyê nabe. Lewma tu hêviyek min tune ye ji bo van."    ‘LI DIJÎ HIQÛQ, MIROVAHÎ Û ÎSLAMIYETÊ YE'   Mehmet Cemal Demîr jî wiha axivî: "Pêşî divê mirov, mirov be. Gava tu ne mirov bî, tu ne dibî misilman ne jî heq û hiqûqê nas dikî. Di Quranê de tê gotin ku 'ewilî xwe gilî bikin.' Em jî divê di vî warî de xwe bidin ber lêpirsînê. Gava em wisa nekin, dê gelek lîstik û dolab li serê me bên gerandin. Di dîroka cîhanêd e tu dewletan nikaribûye kurdan têxe bin serweriya xwe. Lê em dibînin ku gelê me li cem dijminê xwe ye. Gava mirov ji mirov bitirse çi ji destan bê dê bike; ev kîmyasal jî encama vê yekê ye. Bikaranîna çekên kîmyewî, ne hiqûq, ne îslam ne jî mirovatî wê qebûl nake. KEsên vê dikin Fîrewn, Deccal û MElûnên modern in. Xwezî gelê me bi yek bûna. Gava bi yekbûna dê karibûna wiha bikin? Kîmyasal xwezayê, heywanan û avaê tune dike. Ev ne mirovahî ye, barbarî ye."    DÎNEKE NÛ AFIRANDIN   Şemsettîn Yilmaz jî wiha got: "Van kesan, ji xwe re dîneke nû afirandine û li gor vî dînê xwe yê nû hereket dikin. Lewma wekî ehwcetiyeke vî dînê nû, kîmyasalê bi kar tînin. Ev heram û guneh e. Her roj dibêjin 'em bira ne.' Madem em bira ne, ma mirov vî tiştî tîne serê birayê xwe? Ma mirov zimanê birayê xwe qedexe dike, wî dikuje û li hemberî wî çekên kîmyewî bi kar tîne? Biratî û mirovahiyeke wiha nabe."