‘Muxalefeta ku dema mijar dibe Ocalan û kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare pirsgirêkan çareser bike' 2022-11-25 09:04:28   AMED – Serokê ÎHD'ê ya Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn anî ziman ku dema mijar dibe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd muxalefet xwe li bêdengiyê datîne û got: “Muxalefeta ku li dijî tecrîde û  pirsgirêka kurd xwe li bêdengiyê datîne, dê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Tevî hemû serîlêdanên malbat û parêzeran jî mafê hevdîtinê yê Ocalan tê qedexekirin. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê û dervayî welêt nerazîbûna xwe dide der û bang dike ku tecrîd bi dawî bibe. Her wiha partiyên siyasî, saziyên hiqûqê û yên mafê mirovan tecrîda li ser Ocalan wekî dijhiqûqî pênase dikin û bang dikin ku demildest tecrîd bi dawî bibe. Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdûllah Zeytûn jî tecrîda li ser Ocalan wekî binpêkirina mafê mirovan pênase kir û bêdengiya partiyên muxalif a li dijî tecrîde rexne kir.    ‘POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BINPÊKIRINA MAFAN E’   Zeytûn anî ziman ku polîtikayên tecrîde binpêkirina mafê mirovahiyê ne û got ku Tirkiye ji ber binpêkirina mafan ji 2017’an vir ve di bin kontrola Parlamenterên Konseya Ewropayê de ye. Zeytûn bi lêv kir ku Tirkiyeberovajiya pîvanên mafê mirovan ên navneteweyî tevdigere û wiha axivî: “Ji Sibata 2022’yan vir ve ji ber ku Tirkiye pêkneanîna biryarên DMME’yê bi cih neaniyê ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve bi prosedura îhlalkirinê re rû bi rû ye. Ev yek jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê mafê mirovan, serweriya hiqûqê û demokrasî tune tê hesibandin.  DMME, di sala 2014’an de der heqê birêz Ocalan de biryara binpêkirina mafan da. Biryara binpêkirinê ya ku di çarçoveya mafê hêviyê de 8 sal in hatiye dayîn tevî ew qas salan jî nayê bicihanîn. Rêxistinên maf û hiqûqê ji bo biryara 9/2’yan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Lê Tirkiyeyê heta niha ji bo çareserkirina vê bêhiqûqiyê tu bersivek nedaye. Bersiva ku Tirkiye daye jî berovajiya vê yekê ji bo vê pirsgirêkê girîfît bike kirasek fesilandiye. Ji ber vê yekê Tirkiye  peyman û biryarên DMME'yê bi cih nayne, mafên ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê hene jî li gor kesan bi kar tîne.”   ‘OCALAN MUXATABÊ SEREKE YÊ PIRSGIRÊKA KURD E’   Zeytûn destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nahêle pirsgirêka kurd jî çareser bibe û wiha pê dê çû: "Tirkiye ne li gor pîvanên hiqûqê, lê li gor berjewendiyên siyasî tevdigere. Ji bo Edaletê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Birêz Abdûllah Ocalan jî muxatabê sereke yê pirsgirêka kurd e. Di navbera salên 2013 û 2015’an di pêvajoya çareseriyê de geşedanên wê deme jî diyar kirin ku pirsgireka demokrasî û hiqûqê dikare bi diyalogê çareser bibin. Helbet tecrîdê ya li Îmraliyê bandorê li wan pirsgirêkan jî dike. Ji ber wan pirsgirêkan îro krîzek aborî û alozî heye. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pedivî ji polîtikayên ewlehiyê zêdetir, pêdivî bi diyalogê heye.”   ‘MUXALEFET DI RÊZA DESTHILATÊ DE YE’   Zeytûn diyar kir ku di mijara tecrîdê û pirsgirêka kurd de partiyên muxalif jî wekî desthilata AKP-MHP'ê tevdigerin û ew rexne li partiyên muxalof kir: “Ji bo çareserkrina pirsgirêka kurd desthilata AKP'ê tu gavan navêje. Lê muxalefeta heyî ku her tim behsa hiqûq û edaletê dike jî dema mijar dibe birêz Ocalan, ew jî tu gavan navêjin û ew jî dikevin rêza desthilata AKP-MHP'ê. Herî dawî muxalefetê  ji bo êrişên li dijî Rojavayê piştgirî dan desthilata AKP-MHP'ê. Ew polîtikayên muxalefetê bi kêrî çareserkirina pirsgirêka kurd nayên. Divê muxalefet baş bizane ku ev pirsgirêk bi şer çareser nabe.”   ‘MUXALEFET NIKARE TU PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE’   Zeytûn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengbûna partiyên muxalif ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û ev tişt gotin: “Muxalefeta ku li dijî tecrîdê û pirsgirêka kurd xwe li bêdengiyê datîne nikare tu pirsgirêkan çareser bike. Tevî muxalefet ew qas qala destûra bingehîn dike û diparêze jî dema mijar dibe pirsgirêka kurd û birêz Ocalan, li gel desthilatê ye. Muxalefet hemû polîtikayên desthilatê dipejirîne. Muxalefet her tim qala hiqûqê dike, lê dema mijar dibe birêz Abdûllah Ocalan û kurd bi rehetî dikare destûra xwe ya bingehîn jî binpê bike. Di serî de kurd hemû pêkhatiyên vî welatî ku mafê wan hatiye binpêkirin û bi rêya hiqûqê tune tên hesibandin. Lê muxalefet jî li dijî vê yekê wekî desthilat tevdigere.”   ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’     Zeytûn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û edaletê divê tecrîd bê rakirin û ev tişt anî ziman: "Rola birêz Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de pir girîng e. Ji bo pirsgirêka kurd, hiqûq û demokrasiyê divê polîtikayên diyalogê bên sepandin. Divê parazvanên mafan jî li gor heq û hiqûqê tevbigerin. Heke dema mijar bû birêz Abdûllah Ocalan bêdeng bimînin, ew dibe nakokî û ev helwesteke li dijî edaletê ye.”   MA / Mahmût Altintaş