Li Sîlopiyayê karkerekî jiyana xwe ji dest da 2022-11-24 22:32:32   ŞIRNEX- Li navçeya Sîlopiyayê karkerê ku ji ser înşaetê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê 2 roj beriya niha karkerê bi navê Salih Yoksûl ku ji qata 3'yan a înşaeta lê dixebitî ket xwarê. Yoksûl ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê di beşa awarte de dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Yoksul li goristana navçeyê hat definkirin