Hasan Dal piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-11-24 18:59:12   ÊLIH- Hasan Dal ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê ya Tîpa T'yê derket, bi tilîliyan û kevokên aştiyê hat pêşwazîkirin.    Girtî Hasan Dal piştî 30 salan ji Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê derket. Dal di 1992'yan de li Êlihê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn.   Malbatê li ber girtîgehê bi çepik, tilîlî û kevokên aştiyê pêşwazî kir. Dal, gava ji girtîgehê derket got: "Nikaribûn rûmeta me û kenê me bitefînin. Ez bi kenên me we hemûyan silav dikim."   Piştî axaftinê Dal çû Antalyayê cem malbata xwe.