Li Wanê welatiyekî ji ber bêkariyê hewl da xwe bikuje 2022-11-24 16:21:29   WAN – Li bajarê Wanê welatiyekî ji ber pirsgirêkên aborî û bêkariyê hewl da xwe bikuje.    Li bajarê Wanê welatiyekê ku navê wî nehat zanîn, ji ber pirsgirêkên aborî û bêkariyê hewl da xwe bikuje. Welatiyên derdorê piştî ku dîtin kesê behsa xeberê li ser pira peyayan a li aliyê otogarê hewl dide xwe biavêje xwarê, bang li komên polîs û tenduristiyê kirin. Di encama axaftinan de welatî qaneh bû û ji xwekuştinê lê ve bû. Polîsan, welatî birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.