Girtiyên nexweş ên sewqî Girtîgeha Eregliyê hatin kirin di hucreyên yekkesî de tên ragirtin 2022-11-24 14:22:40   ENQERE - Greva birçîbûnê ya li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku sê girtiyên ku dest û milên wan tune ne û ji Girtîgeha Amedê li wir hatin sewqkirin, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.    Girtiyan, di 4’ê cotmehê de li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê yên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger ku her 10 rojan komek dewr digirt, kiribûn. Çalakî ji 16’ê mijdarê heta niha jî bi awayê bêdem-bêdorveger didome. Hat zanîn ku girtî Faîk Budak, Fatîh Baran û Remzî Akyurek di 16’ê mijdarê de ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger û 3 girtiyên jî tev li çalakiyê bûne. Girtî, dema li ser telefonê bi malbatên xwe re diaxiviyan û têkildarî kesên tev li çalakiyê bûne agahî parve dikirin, telefon li ser hat qutkirin. Hat zanîn ku beriya niha jî dema girtiyan derheqê binpêkirinên mafan de agahî parve dikirin telefona wan hatibû qutkirin.    'NAXWAZIN TECRÎD WERE ZANÎN’   Ji girtiyan Mehmet Işiktaş li ser telefonê ji malbata xwe re got ku êdî bi awayekî domdar telefon tên qutkirin û ev agahî parve kirin: “Zext û heqaretên li girtiyan tên kirin piştî serdana parlamenter û parêzeran hîn zêdetir bûn. Naxwazin li derve haya kesekî ji tecrîd û zexta giran a li vir çêbibe. Bi taybet jî naxwazin kesek hay ji tecrîdê hebe. Em niha jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ev hejmar bi sewqkirina girtiyên ji herêmên cuda zêdetir dibe. Ji Amedê sê hevalên din sirgûnî vê derê hatin kirin. Ji wan hinekan jê dest û lingên wan tune ne lê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Me ji rêveberiya girtîgehê xwest ku wan derbasî qawîşên sê kes lê dimînin lê ev daxwaza me hat redkirin. Heta qedexe kirine ku em bi hevalên xwe re biaxivin û silav bidin wan. Em êdî nikarin bêhnê bistînin. Sê hevalên me yên din jî tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn. Çi dibe bila bibe dê ev çalakî û têkoşîna me bidome.”    Malbata Işiktaş da zanîn ku dema Işiktaş hewl dida navên kesên ketine greva birçîbûnê parve bike de telefon hatiye qutkirin.