Meclisa Leşkerî ya Kobanê: Mafê me yê şerkirin û parastinê heye 2022-11-24 10:42:29   RIHA - Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dêmo diyar kir ku êrişên dewleta tirk êrişên nû nînin û wiha got: “Mafê me yê şerkirin û parastinê heye. Me bersiv da û dê bidin jî.”    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hedefa yekemîn a êrişan, bajarê Kobanê ye ku di sala 2014’an de DAIŞ bi berxwedaneke dîrokî lê hatibû têkbirin. Ji şêva 19’ê mijdarê heta niha Tirkiye hema hema her roj êrişan dibe ser Kobanê. Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dêmo, têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi ajansa me re axivî.    'ÊRIŞA ÎSTÎKLALÊ KOMPLOYEKE BO HILBIJARTINÊ BÛ’    Dêmo, di serî de kesên di êrişên dewleta tirk de û li Îstîklalê jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Teqîna li Stenbolê bi destê MÎT’a Tirk hat kirin. Erdogan, ji bo gelê Tirkiyeyê û hilbijartinê bi dest bixe ev êriş pêk anî. Hemû dinya pê dizane ku yên raste rast li dijî terorê şer dikin, YPG û YPJ ye. Di têkoşîna li dijî terorê û di vî şerî de gelek windahiyên me çêbûn. Hevalên me ji bo ku dinyayê ji terorê biparêzin, canê xwe feda kirin. Hemû dinya şahidê vê rastiyê ye.”    'EM Ê VÎ GELÎ DÎSA BIPARÊZIN’   Bi domdarî Dêmo anî ziman ku MÎT’ê ji bo avakirina bingeha êrişeke li dijî Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çend roj in Tirkiye ji Şehbayê heta Dêrikê, seranserî herêmê topbaran û bombebaran dike. Gelek deverên Kobanê bombebaran dikin ku gel bitirse. Bi vê yekê re jî dixwazin bingeha ketina bajêr amade bikin. Weke YPG, YPJ û Meclisa Leşkerî em ê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê gelê xwe biparêzin. Me çawa ku ji sala 2012’an heta niha ev gel ji komkujiyan parastibe, dê niha jî biparêzin. Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne. Beriya vê êrişê, hevalên me yên di rêveberiyê de û li dijî teror û DAIŞ’ê şer kirin bi SÎHA’yan hedef digirtin.”    'ME BERSIV DA Û DÊ BIDIN JÎ’   Dêmo, bi lêv kir ku ew bibiryar in ku weke YPG, YPJ û Meclisa Leşkerî rê nedin komkujiyên nû yên li ser gel û wiha bi dawî kir: “Me ji bo vê soz daye şehîdên xwe. Dijmin, bi tevahiya hêza xwe, bi balafirên bêmirov û balafirên şer êriş dike. Me bersiv da û dê bidin jî. Em ê xwe biparêzin. Êrişên li dijî me tên kirin, êrişên nû nînin. Em baş pê dizanin ku dewleta tirk dijminatiya kurdan dike. Li ser TV’yan û medyaya civakî vê rastiyê bi vekirî dibêjin. Dibêjin; ‘heke 4 kurd li bakurê Efrîqayê jî bên ba hev em ê destûrê nedin.’ Dijmin mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, li Kobanê jî şerekî mezin dixwaze. Ji bo ku êrişî me bike, amadekariyan dike. Mafê me yê şerkirin û parastinê heye. Me bersiv da û dê bidin jî.”    MA / Mujdat Can