Dozger ji bo tundiya polîsan got, 'şideteke hevgirtî' ye! 2022-11-24 09:09:59   WAN - Li Wanê polîsan bi qask, cop û pehînan li Firat Koçê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xistibûn. Lêpirsîna der barê polîsan biryara neşopandinê bi dawî bû. Dozger îdia kir ku tundiya hatiye kirin tundiyeke "hevgirtî" bûye û tu unsûrên qanûnî rû nedane.    Di 21'ê tebaxa 2019'ê de li dijî tayînkirina qeyûman li Wanê çalakiyên protestokirinê hatibûn lidarxistin. Di dema çalakiyan de polîsan li qehwexaneyekê bi cop, qask û pehînan li Firat Koçê nexweşiya şîzofreniyê pê re heye xistibû. Paşê der barê polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Her wiha Serodzgeriya Komarê ya Wanê ji bo tundiya polîsan gotiye tundiyeke "hevgirtî" ye.    Piştî ku dîmenên lêdanê belav bûbûn, Parlamenterê Stenbolê Mûstafa Yeneroglû bi sûc "derbaskirina sînorê bikaranîna zoriyê", "muameleya xirab, îşkence" û "hewldana ji bo kuştinê" giliyê polîsan kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî der barê polîs D.O. û K.O. de ku li Koç xistibûn, lêpirsîn dabû destpêkirin. Polîsan di îfadeya xwe de îdia kiribûn ku roja bûyerê koma li wir dirûşmên li ser PKK'ê berz dikirin, li pîspîskê dixistin û wan ew hişyar kirine ku belav bibin. Polîsan derpêş kirine ku Firat Koç jî kursî avêtiye wan û wê kêliyê ketiye ocaxê da ku çeka xwe hilgire û wan jî serî li darê zorê daye.    Dozger jî xwe spartiya van îfadeyan û derpêş kiriye ku ya hatiye kirin ne "hewldaneke ji bo kuştinê bûye" û ji bo birînên li ser bedena Koç jî gotiye "dê bi mudaxileyeke hêsan a tibî" derbas bibin.    Dozgerê ku îdia kiriye dewsa îşkenceyê nehatiye dîtin der barê her du polîsan de biryara neşopandinê daye. Piştî vê biryarê parêzer serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Wanê dan û îtiraz kirin.       MA / Adnan Bîlen