Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin 2022-11-23 19:56:42   AMED –  Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin.    Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan ku di demên dawî de bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, girtî Zelal Bîlgîn û Fatma Gul hatin sirgûnkirin. Hat hînkirin ku Bîlgn û Gul sirgûnî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatine kirin.    Her wiha duh jî girtiya bi navê wê Elîf Denîz sirgûnî Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê ya Jinan hatibû kirin.