Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn 2022-11-23 15:34:08   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 625’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Yên ku vê têkoşîna li pêşiya edliyeyê jinedîtî ve tên, dê bersiva pêwîst li ser sindoqê jê re bê dayîn.”     Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 625’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe domandin.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Yên ku vê têkoşîna li pêşiya edliyeyê jinedîtî ve tên, dê bersiva pêwîst li ser sindoqê jê re bê dayîn. Ev yek zilm e û yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin jî şeytanên biziman in! Yên ku di hundirê #TBMM’ê de sûcê li dijî mirovahiyê dikin hene!”