‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’ 2022-11-23 15:27:16   RIHA - Kesên ku dixwestin êrişên hewayî yên dewleta tirk li ser sînorê Kobanê protesto bikin, di ketina Pirsûsê de hatin astengkirin. Hevseroka DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek bertek nîşan da û wiha got: “Ji bo tunekirina destkeftiyên li Rojava, tişta ku ji destê wan tê dikin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê xwest bi dirûşma “Ji şer û dagirkeriyê re Na”, li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li ser sînorê Kobanê meşekî li dar bixin. Lê belê beriya meşê navçe hat dorpêçkirin û hemû rêyên ketin û derketina navçeyê hatin girtin. Her wiha Bûlwara Ataturk ku Peykerê Hinarê lê ye û dê girse li wir kom bûbûya jî bi bariyerên hesin hat dorpêçkirin.    NEHIŞTIN PARLAMENTER BIKEVIN NAVÇEYÊ   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn, Siddik Taş û gelek welatiyên ku ji bo meşê dixwestin derbasî navçeyê bibin jî di ketina Taxa Alîgorê de hatin astengkirin. Girse, ji hêla bi sedan leşkeran ve hat dorpêçkirin.    Gelê Pirsûsê ku li pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê kom bû, bertek nîşanî astengkirina girseyê da. Piştre jî bi sedan kes çûn avahiya Rêxistina HDP’a Pirsûsê û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Hevseroka HDP’a Rihayê Hîdayet Enmek di daxuyaniyê de axivî û got ku wan îro pergala hiqûqnenas a zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê careke din dîtine.    ‘HEMAN ZÎHNIYETE’    Bi domdarî Enmek bertek nîşanî astengkirina Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û parlamenteran da û wiha domand: “Ev sê roj in êrişî Rojava dikin. Zêdetirî du roj in bi obûsan Kobanê û gundên wê topbararan dikin. Kobanê di sala 2015’an de ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Ew ruhê wê demê îro xwe dîsa nîşan dide û kesên dixwazin wî ruhî tune bikin dîsa êriş dan destpêkirin. Ev yek nîşan dide ku tu ferq û cudahî di navbera zîhniyeta wê demê êriş dikir û ya niha êriş dike de nîne. Ji bo tunekirina destkeftiyên li Rojava, tişta ku ji destê wan tê dikin. Divê gelê Pirsûs, Riha û Kurdistanê li dijî van êrişan bêdeng nemîne. Divê neyê jibîrkirin ku kurd dê destkeftiyên xwe yên li her çar parçeyan biparêzin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.