Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan 2022-11-23 15:04:37   AMED - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê xwestin ku 47 kesên di çalakiya protestokirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine binçavkirin, bên berdan.    Hêzên Ked û Demokrasiyê têkildarî 47 kesên di çalakiya roja duşemê ya li Deriyê Çiyê ya Amedê ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû lidarxistin de hatin binçavkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê hat dayîn û pankarta “Em li dijî mirinê, jiyanê diparêzin” hatibû vekirin. Li gel rêveberên partiyên siyasî, komele û saziyan, her wiha gelek welatî jî di daxuyaniyê de amade bûn.    Parêzer Yûnûs Mûrataka beriya daxuyaniyê axivî û got ku piştî guherandina wesfa lêpirsînê, 32 kesên li Şaxa Ewlehiyê dihatin ragirtin derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin kirin û tê payîn ku bi îdiaya “li gel ku endamên rêxistinê nînin, li ser navê rêxistinê sûc kirine” îfadeyên wan bên girtin. Mûrataka da zanîn ku ev kes bi awayekî derqanûnî hatine binçavkirin û xwest ku bên berdan.     ‘DI ZÛTIRIN DEMÊ DE HEVALÊN ME BERDIN’    Piştre jî li ser navê saziyan, Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê yê Amedê Gurhan Tekîn daxuyaniya hevpar xwend. Tekîn, diyar kir ku piştî ku Tirkiye ketî pêvajoyeke nû ya hilbijartinê, desthilatdariya AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd û hemû derdorên muxalîf dest bi operasyonên qirkirina siyasî yên sîstematîk kiriye û ev tişt got: “Ev yek derhiqûqtî ye û nîşaneya jihevhelweşîna desthilatdariyê ye. Armanca sereke ya binçavkirinan, zexta li ser gel e. 47 hevalên me yên bi daxwaza bidawîkirina operasyon û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava daxuyanî dayîn, hatin binçavkirin. Hevalên me ev du roj in bi awayekî derhiqûqî di bin çavan de ne. Em li vir bang dikin; hevalên me yên binçavkirî ku tekane armanca wan ji bo dinyayeke demokratîk, aştiyane, azad û bêşer e, di zûtirin demê de berdin.”    ENDAMÊ PM’A DBP’Ê HAT BINÇAVKIRIN    Di ketina avahiyê de polîsan lêpirsîna GBT’ê li beşdarên daxuyaniyê dikir. Di vê navberê de endamê PM’a DBP’ê Îsmaîl Kîno bi hinceta ku lêgerîna wî heye hat binçavkirin.