Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin 2022-11-23 13:51:49   ERZIROM – Danişîna doza Qursa Qur’anê ku 2 jê girtî bi giştî 3 kes ji ber îşkenceya sîstematîk a li 14 zarokan hatiye kirin dihatin darizandin, hat taloqkirin.    Bi sedema ku di sala 2011’an de li Qursa Qur’anê ya Zarokên Kur a Haci Bahattîn Evgî ya girêdayî Wezareta Karên Diyanetê de bi awayekî sîstematîk îşkence li 14 zarokan kirine, derheqê Hakan Aslankafa û midûrê wargehê N.K. û xebatkar U.G. de bi tawanbariyên “peywira xwe xerab bi kar anîne” û “îşkence” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Erziromê hat lidarxistin. Parêzerên Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin jî tev li danişînê bûn. Zarokên rastî îşkenceyê hatin û malbatên wan jî di danişînê de amade bûn. Aslankafa ku girtî tê darizandin, ji girtîgeha ku lê tê darizandin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Piştî îfadeyên zarokan û parastinên parêzeran, şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya bersûcan bidome û doz taloqî 10’ê çileya 2023’yan kir.