Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket 2022-11-23 13:44:36   AGIRÎ – Di doza rojnamegerê girtî Azîz Orûç û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de bi giştî ya 6 kesan de biryarek derneket.    Danişîna 10’emîn a doza derheqê rojnameger Azîz Oruç ku di 11’ê kanûna 2019’an de li navçeya Bazîd a Agiriyê hatibû girtin û piştî berdanê dîsa hatibû girtin, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Muhammet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’a Bazîdê yê berê Abdullah Ekelek jî di nav de ya 6 kesan, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriye hat lidarxistin. Di dozê de rojnameger Oruç bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û 5 kesên din jî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” tên darizandin. Orûç, ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên dozê jî ji edliyeyên Stenbol, Wan û Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.    PARASTINA ORÛÇ   Di danişînê de dadgehê têkildarî daxwaza yekkirina dosyaya ku Orûç jê tê darizandin û ya derheqê wî de hatiye vekirin de mafê parastinê da Oruç. Oruç, bal kişand ser îfadeya Saît Çetîn ku digot; “Di Stêrk TV’yê de dixebite” û ev tişt anî ziman: “Îfadeyên wî kesî derew in. Min tenê li DÎHA û MA’yê rojnamegerî kir. Tu hiqûqa min bi Stêrk TV’ê re nîne.”    Parêzerê Oruç jî li dijî îfadeyên derheqê miwekîlê wî de hatine kirin, derket.    DOZ HAT TALOQKIRIN    Piştî parastinan jî şandeya dadgehê biryar da ku ji parêzerên di tevahiya dozê de hincet nîşan dayîn û tev li nebûyîn de muzekkere bê nivîsandin û danişîn taloqî 18’ê çileya 2023’yan kir.    Her wiha dadgehê ji bo ku derheqê van parêzeran de lêpirsîna disiplîn û îdarî bê destpêkirin, biryar da ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê bê dayîn.