Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin 2022-11-23 10:54:17   RIHA - Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî da zanîn ku bi qetilkirina nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah ji hêla dewleta tirk ve, di nava 11 salan de hejmara rojnamegerên li Sûriyeyê hatin qetilkirin derket 756’an û wiha got: “Ji bo ku haya raya giştî ji rastiyan nebe, rojnameger hedef digirin.”   Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah di şeva 19’ê mijdarê di encama êrişa hewayî ya ya dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Dêrikê hat qetilkirin. Ebdullah, dema hewl dida êrişê bi raya giştî re parve bike, bû hedefa êrişên dewleta tirk û hat qetilkirin. Li gorî daneyên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), bi qetilkirina Ebdullah re hejmara rojnamegerên ji sala 2011’an heta niha di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 756’an.    38 ROJNAMEGER WINDA NE    Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrê têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û got ku bi mebesta ku haya raya giştî ji rastiyan nebe rojnameger hedef tên girtin. Cizîrî, da zanîn ku di encama êrişên rejîma Esad, DAIŞ, Tirkiye, hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê û Rûsyayê de heta niha 756 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Heta niha 38 rojnameger li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de winda bûne. Ev komkujî herî zêde jî di bin kontrola rejîma Şamê de çêbûn. 532 rojnameger li herêmên di bin kontrola rejîma Şamê de winda bûn.”    5 NÛÇEGIHANÊN ANHAY’YÊ HATIN QETILKIRIN   Cizîrî, bi domdarî diyar kir ku Saîd, Ehmed, Mihemed Reşo û Îsam Ebdullah ji çend rojnamegerên di demên dawî de ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dayîn in û wiha pê de çû: “ANHA’yê di sala 2013'an de dest bi xebatan kir û ji wê demê heta niha 5 nûçegihanên wê hatin qetilkirin. Rojnameger Dilîşan Îbîş, Rizgar Adanmiş û Hogir Mihemmed dema li Dêrazorê ji DAIŞ’ê direviyan wesayîta wan hat teqandin û hatin qetilkirin, nûçegihanê ÇIRA TV’yê Mihemed Hesen Reşo û Îsam Ebdullah jî di encama êrişên dewleta tirk de hatin qetilkirin. Her wiha gelek rojnameger jî di van êrişan de birîndar bûn.”    BANG LI RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ KIR   Bi domdarî Cizîrî got ku hikûmeta Şamê, komên paramîlîter û Tirkiye bi zanebûn rojnamegeran hedef digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rêxistinên rojnamegeran ên navneteweyî di vê mijarê de dengê xwe derxînin. Ev rêxistin heta niha her tim bêdeng man. Rêxistinên çapemeniyê ku rojnamegeran diparêzin, li dijî êrişên Tirkiyeyê her tim xwe kerr û lal kirin. Em vê rewşê şermezar dikin. Bi vê bêdengiya xwe nîşan didin ku piştgiriyê didin dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê. Divê dev ji vê rola xwe berdin û xwedî li rojnamegeran derkevin. Her wiha divê dewleta tirk jî dev ji vê siyaseta şer û hedefgirtina rojnamegeran berde.”    HEZAR Û 450 ROJNAMEGER LI ROJAVA NE    Hevserokê YRA’yê Cizîrî daxuyand ku xebatên rojnamegeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî sala 2011’an dest pê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nûnerên 119 rêxistinên çapemeniyê li vir hene. Di van dezgehan de nêzî hezar û 450 kes dixebitin. Em dikarin bibêjin ku cara ewil e li Sûriyeyê cemiyeteke wiha mezin çêdibe. Ji vê hejmarê zêdetirî 360’an jê xebatkarên çapemeniya azad in.”    MA / Mujdat Can