Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê 2022-11-23 09:05:22   ŞIRNEX - Li 7 herêmên din ên Cûdî darbirîn hat destpêkirin û li 31 herêmên Bestayê jî darbirîn didome.   Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê darbirîna ku di bin ewlehiya leşkeran de bi destê cerdevanên bajarokê Sêgirkê ya Qilêbanê hatiye destpêkirin bênavber didome. Darbirîna ku 3 sal in her bihar dest pê dike heta dawiya payîzê didome. Îsal jî darbirîn tevî hemû nêrazîbûn û bertekan jî berdewam kir. Rayedarên dewletê ku li hemberî qirkirina xwezaya herêmê xwe bêdeng dikin jî bi navê “ewlehiyê” darbirînê û talankirina xwezaya herêmê diparêzin.    LI 7 QADÊN CÛDÎ DARBIRÎN DEST PÊ KIR    Li Cûdiyê ku par hem dihat şewitandin hem jî darên wê dihatin birîn, niha jî li hin qadên wê yên din darbirîn hatiye destpêkirin. Li Cûdî qadên ku li ber darbirînê hatine vekirin navê wan wiha ne: Kuxên Duhguhga, Kenîya Mêvêg, Xara Bînu, Sirta Çala Nîrîya, Ax Reşga, Çala Guza û Sirta Çirçirû.   LI BESTA LI 31 QADAN DARBIRÎN DIDOME   Her wiha mehek beriya niha jî li 31 herêmên Bestayê darbirîn hatibû destpêkirin. Herêmên ku darên wan tên birîn ev in: Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girêheliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Kenîya Rengîn, Çala fileyan, Nizarê Kuştîyan, Kenîya Kurta Dizan, Besta Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Deşt Kîxê, Piha, Girê Gavan, Çala Tehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Kenîyamîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girêqirsîn, Bindarîn, Xargirê û Belûzê.”   Her wiha ji aliyên çavkaniyên herêmê ve hat ragihandin ku amadekarî tên kirin ku li Gabarê jî darbirîn bê destpêkirin.