Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî 2022-11-22 17:15:19   ENQERE - Fîgen Yuksekdag a bi gotina “berdana bi derewkî” bertek nîşanî biryara berdana dadgehê da pirsa “Ma ez ê bi çend teqsîtan bêm berdan?” pirsî. Rûniştina 2’emîn a 19’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 20 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li danişîna eywana li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên girtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi beyanên parêzer Rûken Gulagaci dest pê kir. Gulagaci qala berdana Yuksekdagê ya ji doza sereke û biryara binpêkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir. ‘HÛN NIKARIN JI DOSYAYA KIRIN YEK RE BIRYARA BERDANÊ BIDIN’ Gulagaci, da zanîn ku diviyabû Yuksekdag di 27’ê îlona 2019’an de ji doza li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran hate dîtin hatibûya berdan lê berdana wê hate astengkirin û wiha got: “Mijar eynî ne, çalakî eynî ne lê dosya bi vê re kirin yek. Hûn nikarin tenê ji 16’emîn cezayê giran biryara berdanê bidin, DMME jî vê dibêje. Ji ber ku bi biryara Demîrtaş re heman in. Biryara ku we duh da diviyabû we gelek beriya niha dabûya.” ‘HÛN NEÇARIN BIRYARÊN DMME’YÊ YÊN DIN BIDIN’ Gulagaci, ku biryara binpêkirina maf a DMME’yê derbarê Yuksekdag û parlamenterên din de dabû xwend û xwest ku biryarên DMME’yê dane berbiçav bên girtin û derbarê Yuksekdag de biryara berdanê bê dayîn. Dadgehê dû re ji Gultan Kişanak re pirsa dê parastina xwe bike an neke kir. Kişanak, diyar kir ku divê têkildarî biryara DMME’yê û dosyayên kirin yek de nîqaşên cidî bên kirin pişt re dê parastina xwe bike û wiha got: “Di serê we de hiqûq xelas bûye lê hûn nikarin bi me re xelas bikin. Hûn li gorî ûsûlê jî tevnagerin. Ez di serî de re dibêjim ku ez ê heqîqetê vebêjim, we senaryoyek nivîsandiye.” ‘LÊPIRSÎN 6 SALAN SEKINÎ’ Kişanak, bi lêv kir ku li hember bi milyonan rûpelan ji bo parastinê firsend nehate dayîn û wiha berdewam kir: “Hûn mafê parastinê nadin me hertim mudaxile dikin. Ma min parastina xwe kir ku tu beyanên gazinkeran bixwînî. Ji roja ku we îdianame qebûl kirî ve hûn zextê li me dikin ku em parastinê bikin, madem ku ev lêpirsîn 6 sal in sekiniye çi eceleya we heye, em bi salan e di hundir de ne, ne hûn çi eceleya we heye”. Kışanak a şandeya dadgehê gelek caran mudaxileyî axaftina wê kir li dijî helwesta dadgehê berdewama axaftina xwe kir û ev tişt gotin: “Di dosyaya 5 hezar rûpelan zêdetir de ji nûçeya ANF’ê zêdetir tiştek nîne, me tenê li ser navê jinan û mirovahiyê got bila DAIŞ Kobanê bi dest nexe. Em ê bêjin ku ka ev komplo çawa hatiye avakirin, dema bûyerên Kobanê pêk hatin atmosfereke çawa hebû, pêvajoya çareseriyê hebû hikumet li ku dera vê ye. Ji sala 2016’an û vir ve darbeyên siyasî berdewam dikin. Her gava ku hûn ji vir diavêjin, hamleyeke nû kûmpaseke nû ye. Ez dizanim hûn komployê li me dikin ez di parastina xwe de yek bi yek qala wê bikim.” 'EM BIRYARA BERDANÊ CIDÎ NAGIRIN' Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, helwestê şandeya dadgehê rexne kir û qala biryara berdana dosyayên duh kirine yek re kir. Yuksekdag, anî ziman ku bi derewkî be jî ji wê û Kişanak re biryareke berdanê hate dayîn û wiha got: “Em biryara berdanê cidî nagirin, dikenin û derbas dibin. Lê biryara we ya li dijî DMME’yê pirsgirêkeke cidî ye. Di pergala darazê de ewqas biryarên henekî derdikevin. Her tim di berîka we de biryara girtinê hebû, heke tiştek bi serê ya maseya we were biryara di berîka xwe de derdixistin. We pergala darazê perçe perçe kir. Pergaleke darazê ya du rû nabe.” Yuksekdag, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez ê bi çend teqsîtan bêm berdan, taqsîta min a ewil hate berdan. Ji ber ku hûn hiqûqê pêk naînin em bi nêzîkatiya we re rûbirû dimînin. Em neçar dimînin ku ji senaryoyên we re bibin mûxatab, ji ber hûn bi rastiyan re mijûl nabin we dest bi senaryoyan kiriye. Ev pêvajoya girtîgehê di serî de Doza Kobanê bi sedemên siyasî hatiye amade kirin.”