DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne 2022-11-22 15:01:54   AMED - DFG’ê û MKGP’ê astengkirina daxuyaniya ku xwestin têkildarî qetilkirina Nûçegihanê ANHA’yê Îslam Ebdûllah bidin şermezar kirin û wiha gotin: “Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne.”   Komeleya Rojnamegeran a Diclê Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) xwest têkildarî qetilkirina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê Dêrikê Îslam Abdullah a ji aliyê dewleta tirk ve li ber avahiya DFG’ê ya li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta ku Walitiya Amedê çalakî qedexe kirine destûr neda ku daxuyanî bê dayîn.     Endam û rêveberên DFG’ê, MKGP’ê û gelek rojnamevan tevî astengiya polîsan jî li ber avahiya DFG’ê kom bûn. Polîsan cihê ku daxuyanî bê dayîn dorpêç kir û nehişt girse daxuyaniyê bide. Girseyê dayîna daxuyaniyê ya li hundir qebûl nekir û biryara walîtiyê şermezar û astengiya polîsan şermezar kir.    ‘EM VÊ BIRYARÊ ŞERMEZAR DIKIN’   Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû bertek nîşanî astengiya polîsan da û wiha got: “Em ne li derve û ne jî di hûndir de daxuyaniyê nadin lê em carek din dibêjin ku çapemeniya azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne. Rojnamegerî û mafê agahdarkirina gel nikare bê astengkirin. Em vê biryarê şermezar dikin.”