Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin 2022-11-22 14:20:48   STENBOL - Hempîşeyên Şebnem Korur Fîncanci, parastvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ji bo piştevaniyê bo Fîncanci qert şandin.    Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) bi mebesta piştevaniyê ji Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci re qert şandin ku ji bo êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dike gotibû; “dibe ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn” hedef hatibû nîşandan û girtin. Bi vê boneyê, gelek xebatkarên tenduristiyê, parastvanên mafên mirovan, nûnerên ked û rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Postaxaneya Mezin a li Sîrkeciyê hatin ba hev. Çalakvan, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Koma ku Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de bû, ji bo Fîncanci qert amade kirin. Polîsên ku biryara qedexeya çalakiyan a Qeymeqamtiya Fatîhê weke hincet nîşan dan, diyar kirin ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Li ser vê yekê komê got ku dê qertan bişînin û li pêşiya postaxaneyê wêneyên bi qertan kişandin.    TUNDÎ LI NÛÇEGIHANA JINNEWS’Ê HAT KIRIN   Polîsên ku destûr neda girse pankartê veke, girse dorpêç kir û rojnameger ji qadê dûr xistin. Piştre jî kesên di nava girseyê de yek bi yek ji dorpêçê derxistin û nehiştin ku rojnameger dîmenan bikişînin. Di vê navberê de polîsan destê nûçegihana JINNEWS’ê Marta Somek ji bada, tundî lê kir û hewl da wênekêşa wê bixe erdê.    ROJNAMEGER TACÎZ KIRIN   Her wiha polîsên ku hewl didan nûçegihana Dokuzsekîz’ê Fatoş Erdogan jî ji qadê dûr bixin, bi gotinên weke “Tu çima li vir disekinî, heke tu li vir bisekinî em jî dê li gel te li vir bisekinin, ji vir here, hûn mirovên asayî nînin, hûn nikarin li vê kolanê bisekinin” rojnameger Somek tacîz kir.    Kom ji cihê çalakiyê belav bû û qertên ji bo Fîncanci amade kirin jî piştî nîvro ji girtîgehê re hatin şandin.