Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin 2022-11-22 12:51:20   AMED- Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amedê bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê hat astengkirin. Malbatan bertek nîşanî biryara qedexeyê dan û şermezar kirin.    Bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 371’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Lê belê polîsan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya walîtiya bajêr, nehiştin ku malbat daxuyaniyê bidin.    BERTEK NÎŞANÎ BIRYARA QEDEXEYÊ DAN   Li ser vê yekê malbatan bertek nîşanî biryara qedexekirinê dan. Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Reşahat Ada axivî û wiha got: “Em vê biryara qedexeyê şermezar dikin. Daxwazên me diyar in. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Heta ku derfetên me hebin em ê çalakiya xwe bidomînin. Hinek girtiyên nexweş ên giran hene ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Em ê di hefteya pêş de çalakiya xwe dîsa bidomînin.”    Her wiha ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî jî bertek nîşanî astengkirina çalakiyê da û ev tişt anî ziman: “Çalakiya me bi awayekî nerewa û derhiqûqî hat astengkirin. Me dixwest îro jî dengê girtiyên nexweş bigihijînin raya giştî lê belê ev mafê me hat binpêkirin.”