Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn 2022-11-22 11:12:05   STENBOL - Arzû Eylem Kayaoglû ya parêzera parlamenter Semra Guzel ku parêzbanediya wê hat rakirin û hat girtin, diyar kir ku miwekîla wê bi sedemên siyasî hatiye girtin û serî li AYM’ê daye.    Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê wêneyên Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û endamê HPG’ê Volkan Bora ku jiyana xwe ji dest dabû bi hev re hatibûn girtin, hêcet nîşan da û di nîsana 2017’an de lêpirsînê dide destpêkirin. Dozgeriyê piştî çar sal û nîv di adara 2021’an de derbarê Guzel de ji îdiayak cuda derbarê Guzel de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriya Semsûrê derbarê lêpirsînê de biryara bêrayetiyê da û lêpirsînê şand Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Lêpirsîn berdewam dikir, di 8’ê çileya 2022’yan de medya îktidarê Semra Guzel hedef nîşan dan û wêneyên wê yên li gel Bora girtibûn, belav kirin. Li ser vê yekê derbarê Guzel de di 10’ê çile de bi îdiaya “endama PKK’ê ye” fezleke amade kir.    Ji bo ku parêzbendaiya Guzel bê rakirin fezlekeya derbarê wê de bê rakirin pêşkêşî Meclisê kirin û şandin Wezareta Dadê. Di 1’ê adarê de bi hevkariya AKP, MHP, CHP û ÎP parêzbendiya Guzel hat rakirin. Di 23’ê adarê de derbarê Guzel de biryara zeftkirinê hat derxistin. Guzel di 2’yê îlonê de li Stenbolê hat binçavkirin û li Edliyeya Stenbolê ji aliyê dadgeriyê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.    Îdianameya derbarê Guzel de hat amadekirin, tê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 salan heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îdianameya Guzel qebûl kir û danişîna ewil dê di 19’ê kanûnê de bê lidarxistin.    BI SEDEMÊN SIYASÎ HATIYE GIRTIN   Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û parêzera Guzel, Eyle Arzû Kayaoglû diyar kir ku rakirina parêzbendî û girtina miwekîla wê li dijî xalên 18-19’emîn ên Qanûna Bingehîn, li dijî xal û bendên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û bi boneya vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    Kayaoglû di serlêdanê de behsa êrişên ser HDP’ê dike û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê parlamenterên HDP’ê de bi bîr dixe. Kayaoglû destnîşan kir ku hêceta “gumana rev û ji holê rakirina delîlan” nehatiye îspatkirin û derbarê vê de jî hêcetek şênber nehatiye pêşkêşkirin. Kayaoglû anî ziman ku miwekîla wê tenê sedemên siyasî hatiye girtin û îktidar dixwaze parlamenterên HDP'ê bi vî rengî krîmînalîze bikin.