Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan 2022-11-22 10:33:51   ENQERE - Di çalakiya şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê ya li Enqereyê de 9 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî, piştî kar û barên îfadegirtinê, hatin berdan.     Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê duh xwest operasyonên Tirkiyeyê yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê li Qada Sakarya a Kizilayê daxuyaniyekê bide. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir, 9 kes bi îşkenceyê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Piştî karûbarên îfadeyan, binçavkirî hatin berdan.