Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan 2022-11-22 09:41:54   RIHA - Girtiyê nexweş Emîn Guler ku di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de ye û ji sedî 94 rapora wî ya astengdariyê heye nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.    *Prz. Ayşe Şehrîban Demîrel   Rewşa hikumxwarê nexweş Emîn Guler ku ji dest û pêyê xwe yê rastê ji sedî 94 astengdar e û rewşa wî di raporên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a  Rihayê de jî xwe daye der her diçe xirabtir dibe. Li Gulerê ku di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê de ye, nexweşîna vertîgo û Hepatît C (zerik) peyda bûye. Gulerê ku hukma wî hatiye pesendkirin, 6 sal in girtiye. Guler, êdî nikare lazmatiyên xwe bi tena serê xwe peyda bike. Wekî parêzerên wî me di 5'ê Îlonê de bi rapora wî ya astengdariyê ya ji sedî 94, ji bo "taloqkirina înfazê" wî serlêdan kir, lê serlêdana me bi rapora "tu nerihetiyeke wî ya mayîna wî ya li girtîgehê asteng bike tune ye" ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê hat redkirin.    LI DIJÎ QANÛNA CIHÊKARIYÊ YE   Ne dûr, hê di 19'ê Tebaxa 2022'yan de girtiyê nexweş Bazo Yilmaz tevî hemû hewldan û serlêdanan jî nehat berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Ji vê jî xuya dike ku pergala daraz û tenduristiyê li gorî deshilata siyasî ya heyî hereket dike û bi vî awayî mafê jiyanê yê emîn Guler û girtiyên nexweş ên siyasî yênd in binpê dike û li dijî rêgeza wekheviyê û cihêkariyê ya di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) tevdigere.    Pirsgirêkên di pergala înfazê de û bi taybetî jî "Qanûna Der Barê Înfaza Tevdîrên Ewlehiyê ya Ceza ya Hejmara 5275'an De" ku di sala 2005'an de ketiye meriyetê mafên bi hezaran girtiyên nexweş binpê dike.    69 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DAN   Gava em li Tirkiyeyê li rewşa girtiyên nexweş mêze dikin, li gorî raporên ÎHD'yê 604 jê giran zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku xwe nagihînin mafê tenduristiyê û di çûnhatina nexweşxaneyan de bi muameleyên xirab re rû bi rû dimînin jiyana xwe ji dest didin. Li gor raporên ÎHD'ê heya 20'ê Cotmeha 2022'yan herî kêm 69 girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane.    MUAMELEYA XIRAB Û LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ   Li gel vê girtiyê nexweş Emîn Guler ku ji xeynî astengdariya xwe li girtîgehê nexweşînine din lê peyda bûne, bi raporên dijî etîka hiqûq û tibê hatine amadekirin nayê berdan û serlêdanên ji bo berdana wî hemû hatine astengkirin. Her wiha Emîn Guler gelek caran rastî muameleya xirab a karmendên parastina înfazê jî hatiye. Di 7'ê Cotmehê de 80 gardiyanên bi kincên robokop avêtine ser qawîşê û li gelek girtiyan dan. Ji girtiyên ku gardiyanan li wan dane yek jê jî Emîn Gulerê ji sedî 94 astengdar e. Çendî giliyê îşkencekaran hatibe kirin jî, der barê wan de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Her wiha Emîn Guler piştî hevdîtina bi parêzer re di amûra X-RAY'ê re hatiye derbaskirin, lê ji ber ku îtiraz kiriye gardiyanan demeke dirêj ew li ser pêyan hiştiye û heqaret lê kirine. Giliyê van kesan hatiye kirin, lê îdareya girtîgehê ji dêvla gardiyanan, der barê Emîn Guler de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin.    Emîn Guler û girtiyên din ên nexweş di şert û mercên xirab ên girtîgehê de li hemberî nexweşînên giran li ber xwe didin. Li gel vê li dijî gelek binpêkirinên mafan ên giran jî têdikoşin.    GUH LI PROTOKOLA STENBOLÊ NAYÊ KIRIN   Mewzûatên navneteweyî ji bo kesên dewlet azadiyên wan binpê dikin hin berprisiyariyên pozîtîf li dewletan bar kirine. Dewlet di warê kesên ji mafê azadiyê bêpar hatine hiştin de berpirs e ku mafê wan ê tenduristiyê pêk bîne û ev peyman bi xala 90'î ya Destûra BIngehîn hatine mîsgorkerkirin. Protokola Stenbolê ku belgeya fermî ya Neteweyên Yebûyî ye û ji aliyê dewletên endam ve hatiye qebûlkirin dibêje "kes girtî an jî hikumxwar be jî, mafê her kesî ye ku bijîşkê li gor dilê xwe bibêjêre û raporên wî/ê ji aliyê pêzaniyên serbixwe ve bên amadekirin." Lê mixabin saziyên têkildarî li gor vê tevnagerin.    Her wiha qanûna înfazê ya hejmara 5275'an û rêziknameya têkildar, li dijî Pîvanên Mandela yên NY'yê tevdigerin. Rejîma înfazê ya heyî ya Tirkiyeyê divê li gorî Pîvanên MAndela tevbigere û divê dawî li cihêkariyê bîne. Di şexsê Emîn Guler de divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ji bo Emîn Guler û girtiyên nexweş azadî!"   *Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Prz. Ayşe Şehrîban Demîrel