Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan 2022-11-22 09:04:00   ERDEXAN - Parêzer Yaşar Kaya ku bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku armanca vê tecrîdê pêşîgirtina li ber belavbûna fikrên Ocalan e ku negihên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê.    Li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 24 sal in didome. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kirine û malbata wî jî di 27'ê Nîsana 2020'î de bi telefonê hevdîtin pê re kiriye. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê bi hincetên cur bi cur tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin.    Parêzer Yaşar Kaya ku polîtîkaya tecrîdê nirxand, destnîşan kir ku armanca tecrîdê pêşîgirtina li ber belavbûna fikirên Ocalan e ku negihn Rojhilata Navîn û gelên cîhanê.    ‘OCALAN NE GIRTIYEKÎ JI RÊZÊ YE'   Kaya ku têgeha tecrîdê wekî "pêkanîneke li dijî mirovahiyê" nirxand, diyar kir ku bi tecrîdê mirov ji civakê û cîhanê tên qutkirin. Kaya destnîşan kir ku Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û tecrîda li hemberî wî xwedî pêkanînine cuda ye. Kaya wiha axivî: "Birêz Ocalan, kesayeteke siyasî ye û tê armanckirin ku fikirên wî negihên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê. Di vir de rewşeke tatukoparêz heye. Ev, bi temamî rewşeke siyasî ye. Helbet hêla wê ya hiqûqî jî heye. Muwekîlê me 23 sal in girtiye û hevdîtina wî ya bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin. Bi salan e dewlet guh li qanûnên xwe nake û bi vê re hevdîtin tên astengkirin. Mixabin, bi taybetî di salên dawî de desthilata AKP'ê nahêle muwekîlê me mafên xwe bi kar bîne û hevdîtinan asteng dike. Bi kurt û kurmancî, armanca tecrîdê, pêşîgirtina perspektîfên Birêz Ocalan e ku nahêle ev perspektîf rê li ber siyasetê û pêşerojê vekin. Tecrîd, tenê ne girtina kesekî ya di girtîgehê de ye, di heman demê de astengkirina fikr û ramanan e jî."    ‘PERGALA LI TIRKIYEYÊ XITIMÎ'   Kaya bilêv kir ku li Tirkiyeyê pergal hem bi awayekî siyasî hem jî aborî xitimiye û wiha got: "Sedema ewil a vê yekê; neçareserkirina meseleya kurdî û jiholêrakirina dmeokrasiyê ye. Em dizanin ku gava tecrîda li ser muwekîlê me birêz Ocalan rabe, dê aştî bê Kurdistanê û gelên din bi awayekî aştiyane bijî. Lê dewletên herêmê yên heyî û pêkhateyên statukoparêz, ji ber ku dizanin dê fikirên Ocalan desthilata wan bihejîne, hevdîtinan asteng dikin."    ‘LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNÊN SERDEMA NAVÎN'   Kaya destnîşan kir ku li Îmraliyê hiqûq tune ye û wiha pê de çû: "Kampuseke girtîgehê heye, lê ji girtîgehên din pir cuda ye û xwedî pîvanine hişk e. Maf û azadiyên mirovan esas nagire. Ev yek di raporên CPT'yê de jî derket holê. Lewma gava mirov lê mêze dike, dibîne ku li Girtîgeha Îmraliyê pêkanînên girtîgehên Serdema Navîn hene. Di demên dawî de serlêdanên ji bo hevdîtinan bi hincetên wekî cezayê dîsîplînê tên astengkirin û dixwazin van pêkanînan wekî qanûnê bidin der. Ev hevdîtin berê jî bi hincetên wekî 'keştî xerabe ye' an jî 'rewşa hewayê nebaş e' dihatin astengkirin. Di demên dawî de ji ber ku hiqûqa navneteweyî zor da wan, vê carê rabûn hevdîtinan bi hincetên wekî cezayê dîsîplînê asteng dikin. Armanca cezayê dîsîplînê ew e ku kes ji ber kiryarên xwe poşman bibe û veguhere kesekî ku pergal dixwaze. Lê muwekîlê me mirovekî xwedî kesayeteke siyasî ye. Cezayên dîsîplînê rastiyê nadin der, kêfî ne."    'RAKIRINA TECRÎDÊ GAVEKE DEMOKRATÎKBÛNÊ YE'   Parêzer Kaya di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji aboriyê heya bi siyasetê, ji polîtîkayên şer heya bi yên koçberiyê hemû ji ber tecrîdê ne û wiha got: "Li vî welatî divê meseleya kurdî bê çareserkirin û em baş dizanin ku ev jî bi demokrasiyê pêkan e. Bi taybetî jî tişta me ji pêvajoya 40 salên dawî fêm kiriye ev e: Heya demokrasî neyê Tirkiyeyê, dê heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê demokrasî pêk neyê. Lewma em mecbûr in di aştiyê de israr bikin. Rakirina tecrîdê jî tê wateya gaveke ber bi demokratîkbûyînê ve. Gava tecrîd bê rakirin dê fikirên birêz Ocalan bigihên gelên Tirkiye û Rojhilata Navînê û dê pêşî li ber avakirina aştiyê bê vekirin. Gava tecrîd rabe dê di qada exlaqî, mirovî û aborî de, yanî di tevahiay qadan de pêşketineke girîng rû bide."    MA / Cengîz Ozbasar