Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê 2022-11-21 21:59:50   AMED -  KCD, DBP, TJA û HDP ku xwestin têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe bidin, polîsan astengî danîn ber wan. Girse bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Kobanê" bersiva astengiyên polîsan dan.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe daxuyaniyê bidin, tevî rêxistinên civaka sivîl li Qada Şêx Seîd kom bûn. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî daxuyaniyê bûn. Li cihê daxuyaniyê bi sedan polîs û gelek wesayîtên binçavkirinê hatin bicihkirin.    ‘EM LI TEREF AŞTIYÊ NE'   Girseya li qadê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di dema dorpêçkirinê de Hevseroka HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan got: "Tu tişt nikare me asteng bike. Em li teref aştiyê ne. Ên me dorpêç dikin li teref şer in." Her wiha polîs bi ser rojnamevanan de qîriyan û gotin "Qerta xwe ya çapemeniyê û nasnameya xw ebidin." Rojnamevanan jî got, "Em karê xwe dikin." Piştî vê polîsan jî got, "Karê çi, tu karê çi dikî" û bi vî awayî nehiştin rojnamevan dîmenan bigirin.    HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan girseya dorpêçkirî binçav kir. Heya niha Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan jî di nav de 47 kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin bi tiliyan nîşana serketinê kirin û dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.    Ji kesên hatine binçavkirin ên navê wan hatine hînkirin ev in: "Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, Hevserokê MEBYA-DER'ê Şehmûs Karadaf,  Hevseroka DBP'a Amedê Seval Gulmez, Resûl Sadak, Halîs Tekîn, Sedat Yîgît, Yuksel Çelîk, Nûsret Çakmak, Mehmet Guzel, Hatîce Guneş, Şeyhmûs Yavûz, Ahmet Mala, Adem Fîtîl, Adem Bayrak, Alî Aksoy, Ferît Dogrî, endamên Egîtîm-Senê, Hatîce Efe, Recep Şîmşek, Halîs Kizilirmak, Ozgur Koroglû, Serhat Kiliç, Welat Kaya, Hevseroka Egîtîm-Sen a Hejmara 1'ê ya Şaxa Amedê Emîne Akşahîn û Hevserokê Egîtîm-Sen a Hejmara 2'yan a Şaxa Amedê Hasan Çitrik, Hevserokê Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Şerefhan Aydin, Ejder Akcan,  Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, Cahîde Harpûtlû, ji Odeya Odeya Muşavîrên Malî ya Şaxa Amedê Abdulkadîr Olgûn, Mahmût Bora, Mehmet Can, Mehmet Balkaş, Sema Koç, ji Tarim-Orkamê Nasir Demîrkiran, Serokê TÎP'ê yê Amedê Salîh Sari, Fûrkan Erdogan,  Endama SKM'ê Satiye Ok, ji TUM-BEL-SEN'ê Nîhal Yanik û Hasîbe ya ku paşnavê wê nehat hînkirin."