Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin 2022-11-21 18:58:43   STENBOL – Têkildar êrişa bombeyî ya li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin.    Têkildarî êrişa bombeyî ya li Kolana Îstiklalê ya Taksîmê ku 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 81 kes birîndar bûbûn, 5 kesên din jî hatin girtin. Hasan Alî ku têkildarî êrişê li Ezazê hatibû zevtkirin û Salih Jarkas, bavê birayên Jarkas ên texsîvaniya korsanî kiribûn jî di nav de 5 gumanbar îro piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyaya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.    Dadgeriya Ceza ya Sulhê bi sûcên "Xirabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê", "kuştina bi qesdî" û "qaçaxçîtiya penaberan" her 5 kes girtin.    Tevî 5 kesên ku vê dawiyê hatin girtin, heya niha têkildarî êrişê 24 kes hatine girtin.