Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin 2022-11-21 16:36:00     STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû li Cadeya Îstîklalê cihê bombê lê teqiyayî axivî û anî ziman ku ew ê teslîmî derûniya tirsê ya bi êrişan tê avakirin nebin û dê bûyerê bişopînin.   Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû û şandeya li gel wê çû serdana Cadeya Îstîklalê ya 13’ê cotmehê teqîna bombeyê lê hatibû pêkanîn. Şandeyê li Qada Taksîmê li hev civiyan û heya cihê teqîn pêk hatibû meşiyan û bi danîna qurnefîlên sor kesên jiyana xwe di teqînê de ji dest dane bi bîr anîn.     ‘EM Ê TESLÎMÎ DERÛNIYA TIRSÊ NEBIN’   Çerkezoglû teqîn lenet kir û anî ziman ku ew ê hînî êrişên bi vî rengî nebin. Di berdewama axaftina xwe de Çerkesoglû da zanîn ku ew ê teslîmî derûniya tirsê ya ku bi van êrişan dixwazin ava bikin, nebin û ev tişt gotin: “Bila bê zanîn ku em ê her tim bibin şopdarên heqîqet û dadê. Bila ji zarok û hevalên ku me winda kirine re soza me be ku wek DÎSK'ê em ê her tim û li her derê li dijî şer bisekinin, dê xwedî li mirov, kedê û jiyanê derbikevin. Û em dîsa soz didin ku êm ê li ser vê axê serweriya dadê, demokrasiyê, aştiyê û biratiyê ya Tirkiyeya kedê ava bikin.”