TJA li Qilebanê bi jinan re civiya 2022-11-21 16:00:22   ŞIRNEX - TJA’yê li gundê Elemûnê yê Qilêbanê bi jinan re civiya. Di hevdîtinê de jinan got ku divê jin li dijî polîtîkayên şerê taybet hişyar bin û xwe birêxistin bikin.   Xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de didomin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Elemûnê yê Qilêban a Şirnexê bi jinan re panelek hat dayîn. Hevşaredara Sîlopiyayê Adalet Fîdan, rêxistina HDP’ê ya navçeyê û TJA tev li panelê bûn. Di panelê de pankarta, "Jin jiyan azadî;dem dema azadiya jinê ye” hat vekirin.    ‘DIVÊ KU EM HIŞYAR BIN’   Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî. Fîdan, bal kişand ser polîtîkayên taybet ên ku li ser jinên kurd tê meşandin û wiha got: "Ji civaka neolotîk heta niha jiyan her tim ji aliyeke jinan bi awayeke hevpar hatiye rêveberin. Lê ev pergala jiyanê ji jinan hat dizin. Jiyana komûnal hat perçiqandin. Ji ber ku jinan ferq û cudahî nexistiye navbera tu kesan, jin hedef hatin nîşandan. Jin 2 caran tê kolekirin. Hem ji aliyê dewletê ve û hem jî ji aliyê mêrê desthilatdar ve tê kolekirin.Şerê taybet her carê hebû lê di van salan de zêdetir bûn. Bi van polîtîkayan xwestin ku di navbera me de bê baweriyê çêbikin û me bêtifaq bikin. Divê ku em dayik û jin li dijî van polîtîkayan hişyar bin û xwe birêxistin bikin û li hemberî wê tebikoşin.”   Bername bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.