Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan 2022-11-21 11:53:19   DÊRSIM - Welatiyê ku duh di çalakiya HDP’a Dêrsimê ya têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû binçavkirin, hate berdan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê bi mebesta şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwest li Kolana Hunerê daxuyaniyê bide. Lê belê polîsan daxuyanî asteng kir û êrişî çalakvanan kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Îsmaîl ku paşnavê wî nehat zanîn, hat binçavkirin.    Welatî, piştî kar û barên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê hate berdan.