Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin 2022-11-20 22:19:54 MÊRSÎN - Felemez Erdem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li navçeya Akdenîzê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Felemez Erdem ê li Girtîgeha Elbîstan a Mereşê girtî bû, piştî 30 salan hat berdan. Erdemê ku di sala 1992'yan de li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Mêrsînê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin, cezayê muebedê lê hatibû birîn.    Erdem li ber mala malbata xwe ya li taxa Yenîpazar a navçeya Akdenîza MêrsÎnê bi çepik û lîlandinê bi awayek girseyî hat pêşwazîkirin