‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’ 2022-11-20 18:11:48 MÊRDÎN - HDP'ê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku “Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehiyê ne tehdît e, her wiha ji bo mirovahiyê hêviyek e.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, li dijî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê li ser bajarên rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, li avahiya xwe ya li Artûklûya Mêrdînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya bi girseyî hat dayîn de dirûşmeya “Bijî berxwedana gelan” hat berzkirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Pero Dundar û Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî û endamên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Platforma Jinan a Şahmaranê û gelek pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdinê tev li daxuyaniyê bûn.    ‘DIXWAZIN KIRYARÊN XWE YÊN TARÎ BI CIH BÎNIN’   Hevseroka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî daxuyanî xwend û da zanîn ku Kobanê û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedanekî bêhempa bûye çavkaniya gelek gelên bindest, duh şev hat bombebarankirin. Bahçecî diyar kir ku bi hinceta dezgeha tarî ya Cadeya Îstîklalê ev êriş pêk hatine û bombe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye barandin û wiha got: “Diyar dike ku tiştê DAIŞ’ê nekarî li vî axê pêk bîne, desthilat bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî dixwaze bi cih bîne. Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehiyê ne tehdîte, her wiha ji bo mirovahiyê hêviyeke. Tehdîtê ewlehiyê ew in ku yên bi gotina ‘Em dê herên aliyê din ê sînor 2 fuzeyan bişînin û şer bidin destpêkirin'. Dixwazin kiryarên xwe yên tarî bi cih bînin. Êrişên dagirkirinê yên berê ku li Efrîn û çend cihên din yên Kurdan, ji bo DAÎŞ û wekhevên wê bûye cihê jiyanê. Êrişên ku tên kirin bi destê desthilatê bi navê ewlehiyê tê meşandin ne ji bo ewlehiya sînor e, her wiha ji bo zêde kirina tehdît û êrişên li hember Tirkiyeyê ne.”   ‘EM ÊRIŞAN XELET DIBÎNIN’   Bahçecî bi lêv kir ku kurd ji bo Tirkiyeyê tehdît nîn in û her wiha tehdît, DAIŞ’a ku di cihê kurdan yên hatine dagirkirin de dîsa şîn dibe ye. Bahçecî daxuyanî wiha bi dawî kir: “Em bang li tevahî derdorên demokratîk yên netewî û navnetewî, kesên li hemberê şer dikin ku bila li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin. Em êrişên li hember Kobanê, Şengal û Til Rifat gelekî xelet dibînin, kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana gelan” û bi lêdana çepikan bi dawî bû.