Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn 2022-11-20 16:52:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Navên 3 leşkerên rejîma Şamê yên di encama êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin eşkerekirin.    Navên 3 leşkerên rejîma Şamê yên di encama êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin eşkerekirin. Navên leşkerên ku jiyana xwe ji dest dayîn ev in: Ekrem Silêman, Mihemed Rîfayî û Reed Zeiran. Hat zanîn ku leşkerên bi navên Mistefa El Bedir, Mihemed Hisên Mihemed û Sadiq Şehade jî di êrişê de birîndar bûne.