Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e 2022-11-20 16:51:49 STENBOL - Hevberdevka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di kongreya MATUHAY-DER’ê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê û wiha got: “Ev êriş, êrişeke li dijî 50 milyon kurdan e.”    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bi dirûşma “Em bibin dengê berxwedana li zindanan”, 3’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navçeya Bagcilarê hat lidarxistin. Di kongreyê de xizmên girtiyan pêşmalkên “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn. Hevberdevka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê Erkan Tepelî, endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encû û bi sedan kes di kongreyê de amade bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.    ‘ÊRIŞ LI DIJÎ 50 MILYON KURDAN HATIYE KIRIN’   Hevberdevka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di kongreyê de axivî û teqîna li Stenbolê weke “kompasa nû” ya desthilatdariyê pênase kir. Beştaş, bi domdarî wiha got: “Bi vê senaryoyê jî plana êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat amadekirin. Li pey armancên cuda bûn lê ev senaryo di nava lepên wan de teqiya. Dixwestin bikin hinceta êrişa li dijî Rojava û Kobanê. Lê gelên tirk û kurd û hemû cîhanê dîtin ku ji bo domandina desthilatdariya xwe dikevin nava her hewldanekê. Berxwedana li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê tu carî ranegirtin. Niha jî bi êrişa li dijî Kobanê dixwazin DAIŞ û dûvikên wê dîsa zindî bikin. Ev êriş, li dijî 50 milyon kurdan hatiye kirin.”    ‘HÛN DÊ NEKARIN DI HILBIJARTINÊ DE BI SER KEVIN’   Bi domdarî Beştaş destnîşan kir ku dê piştevaniya xwe ya bi gelê Kobanê re bidomînin û wiha pê de çû: “Hûn dê nekarin bi kûrkirina şer û zêdekirina mirinan di hilbijartinê de bi ser kevin. We li ser vê xakê ji xwe pir zû de winda kiriye. Dawî li bombebarana ser Kobanê bînin. Xelk di ferqa lîstikên we de ye. Derewên we, we bi xwe vala derdixînin. Divê her kes li dijî van êrişan dengê xwe derxîne.”   BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA   Di berdewamê de Beştaş bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û wiha pê de çû: “Birîna herî xedar a vî welatî, tecrîda li ser girtîgehan e. Rojane bi dehan serlêdan bo me tên. Beriya her tiştî, tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên wî, navê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tecrîd, navê polîtîkaya şer e. Ne CPT, ne çavdêrên navneteweyî û ne jî makeqanûna vî welatî destûra tecrîdê nade. Haya tu kes ji me ji şert û mercên birêz Ocalan û hevalên wî nîne. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Her wiha desthilatdarî bi zanebûn girtiyan terkî mirinê dike. Lewma jî ez çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikan a li dijî vê, silav dikim. Divê em bi hev re xwedî li girtiyên siyasî derbikevin û dayikan bi tenê nehêlin. Têkoşîna hevalên me yên li girtîgehê, têkoşîna me ye.”   Piştî ku axaftina Beştaş bi dawî bûy, beşdaran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    'BÊ SEROK JIYAN NABE'   Piştre jî têkildarî berxwedana li zindanan sînevîzyonek hat pêşandan. Di dema sînevîzyonê de ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hatin nîşandan de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di sînevîzyonê de her wiha wêneyên Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê hatibû qetilkirin û girtiyên nexweş jî hatin nîşandan.    AKGUL: ME BI TENÊ NEHÊLIN   Di kongreyê de Hevserokê MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk rapora çalakî û darayî yên salekê xwend. Yek ji çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul piştre axivî û wiha got: “Tekane daxwaza me ew e ku ji girtîgehan cenaze dernekevin. Em bi tena serê xwe man. Me bi tenê nehêlin, hemû dayik nexweş in. Dilê dayikan dişewite, ez jî dayikek im. Em dixwazin bi destê wan bigirin. Li Stenbolê me bi tenê nehêlin.”   Her wiha di kongreyê de nameya Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî hat xwendin. Yolerî, di nameyê de destnîşan kir ku dê her tim li cem dayikan bin û peyama piştevaniyê da.    Piştre jî MATUHAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Dîlek Demîr û Mehmet Şafî Erol weke hevserokên nû hatin hilbijartin.