Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir 2022-11-20 15:55:55   DÊRSIM - HDP’a Dêrsimê xwest bi daxuyaniyekê êrişa dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bike. Di dema çalakiyê de polîsan êrişî girseyê kir û kesek hat binçavkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê xwest bi mebesta şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyê bide. Girse li Kolana Hunerê kom bû û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de bû. Lê belê polîsan girse dorpêç kir û êrişî çalakvanan kir. Di dema êrişê de welatiyekê ku bertek nîşanî êrişa polîsan dayî hat binçavkirin.    Nehat zanîn bê ka navê welatiyê hatiye binçavkirin çi ye. s