Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû 2022-11-20 13:13:58   ÇEWLIG - Li navçeya Kanîreşê di malekê de tûp teqiya û di encamê de kesek birîndar bû.    Li gundê Arê Bomo yê girêdayî navçeya Kanîreş a Çewligê di malekê de ji ber tûp teqîn pêk hat. Di encama teqîna tûp de welatiya bi navê Gulhan Bîlgîç birîndar bû. Ji ber teqînê, dest û rûyê Bîlgîç şewitî û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê. Hat zanîn ku Bîlgîç piştre jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat kirin. Ji ber teqîna tûp, ziyaneke mezin gihişt malê û gelek amûr û alavên wê nema dikarin bên bikaranîn.