Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn 2022-11-20 12:50:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Iraqê Cewad Bolanî diyar kir ku dewleta tirk di êrişên xwe de çekên kîmyewî bi kar anîne.    Endamê komîsyona Parastinê yê Parlamentoya Iraqê parlamenter Cewad Bolanî têkildarî êrişên Tirkiyeyên yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi Rojnews’ê re axivî. Bolanî, bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve piştrast kir.    Bolanî, diyar kir ku li gorî raporên taybet ên yekîneyên ewlekariyê yên Iraqê, dewleta tirk di êrişên xwe de çekên kîmyewî bi kar anîne. Bolanî, ev rewş weke binpêkirina qanûnên navneteweyî pênase kir. Bi domdarî Bolanî da zanîn ku dê di 22’yê mijdarê de li Wezareta Karên Derve ya Parlamentoya Iraqê civînek bê lidarxistin û têkildarî êrişan nîqaş bên kirin.