Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin 2022-11-20 09:58:00   ERZIROM - Hevşaredarê Qereyaziyê yê berê Bûrhanettîn Şahîn ku di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de ye û penceşêra qirikê lê peyda bûye, emeliyata wî bi derengî tê xistin. Malbata Şahîn anî ziman ku rewşa wî xedar bûye û divê rojek berî rojekê bê emeliyatkirin.     Di 18'ê îlona 2019'an de qeyûm tayinî şûna Hevşaredarê Qereyaziya Erziromê Bûrhanettîn Şahîn hatibû kirin û Şahîn di Tîrmeha 2020'î de hatibû girtin. Şahîn ku di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de ye, bi penceşêra qirikê ketiye.   Lê randevûya emeliyata wî wekî 23'yê çileya 2023'yan hatiye diyarkirin. Hevjîna wî Tûba Şahînê bal kişand ser xedariya tendûristiya hevjînê xwe û got ku demildest divê hevjînê wê bê emeliyatkirin.   BI MEHAN NEHATIYE DERMANKIRIN   Tûba Şahînê diyar kir ku herî dawî di 18'ê mijdarê de hevdîtin bi hevjînê xwe re kiriye û wiha got: "Hevjînê min 28 meh in di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de ye. Di meha Adarê de diyar bû ku pençeşêr lê peyda bûye. Lê dîsa jî nehat dermankirin. Li gorî raporê û encamên MR'yê demildest divê emeliyat bibe, lê bi mehan e ne tê emeliyatkirin û ne jî tê dermankirin. Bijîşkan du hefte berê MR'ya wî girtin û gotin ku nexweşîna wî berbelav bûye, lê bijîşk esas nehatin girtin. Herî dawî di hevdîtina vekirî de got, 'nava min diwerime û her diçe êş êş zorê dide min.'"   Tûba Şahînê destnîşan kir ku randevûya emeliyata hevjînê wê wekî 23'yê çileyê hatiye diyarkirin û got ku ev dîrok ji bo nexweşîneke wiha dîrokeke pir dereng e. Şahînê bilêv kir ku divê hevjînê wê demildest bê emeliyatkirin.   ‘DAXWAZA JI BO BERDANÊ NEHAT BERSIVANDIN'   Parêzerê Bûrhanettîn Şahîn jî da zanîn ku ji ber nexweşîna muwekîl serî li dadgehê dane, lê dadgehê hê serlêdana wan nebersivandiye. Parêzer bilêv kir ku bijîşkê girtîgehê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Şahîn û got ku lê bijîşkek din jî gotiye demildest divê bê dermankirin. Parêzer destnîşan kir ku Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê bi gelek binpêkirinên mafan di rojevê de ye û wiha got: "Danişîn taloqî meha Sibatê hat kirin. Lê dê bi biryara der barê daxwaza me ya ji bo berdanê hefteyeke din bê dayîn. Berê li heman girtîgehê girtiyê bi navê Ramazan Kaya li dijî pêkanînên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Li Girtîgeha Tîpa H'yê pêkanîn wekî xistina hucreyên yekkesî, astengkirina pêwendiya di navbera girtiyan de, muameleyên xirab û hejmariya li ser pêyan hene."