Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin 2022-11-20 09:46:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Di wesayîta biraziyê Serokê Şaredariya Kanîreşê yê AKP’î Veysî Bîngol û biraziyê Serokê MHP’a Kanîreşê Şevket Demîr de 25 kîlo tiryak hat desteserkirin.    Di 17’ê mijdarê de polîsan bi gumana ku bazirganiya tiryakê dikin, li Erzînganê wesayîtek şopand û demekî dirêj piştre wesayît hat sekinandin. Hat zanîn ku di wesayîta ber bi Stenbolê ve diçû de bi giştî 25 kîloyên tiryakê hatin desteserkirin. 3 kesên di wesayîtê de jî hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Erzînganê.    Hat zanîn ku ji kesên hatine binçavkirin yek jê biraziyê Serokê Şaredariya Kanîreşê yê AKP’î Veysî Bîngol ê bi navê Diyar Bîngol, yek jê biraziyê Serokê MHP’a Kanîreşê Şevket Demîr ê bi navê Serdar Demîr û yê din jî Mucahît Altûn bû. Her wiha hat ragihandin ku Şevket Demîr di heman demê de li Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ku girêdayî Qeymeqamtiya Kanîreşê memûr e.    Her sê kesên hatin binçavkirin piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeriya Cezayên Silhê ji bo her 3 kesan jî biryara girtinê da.