KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve 2022-11-20 08:14:54   NAVENDA NÛÇEYAN – KCDK-E û DBP’ê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û banga xwedîderketina li Rojava li gelê kurdan û her kesî kirin.    Balafirên artêşa tirk duh di derengiya şevê de di serî de Kobanê, gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî bombebaran kir. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd-Ewropa (KCDK-E) têkildarî êrişê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin û ev tişt hat gotin: “Dewleta tirk a hov, bi awayekî hemwext Qendîl, Kobanê û Şehbayê bombebaran dike. Em li ku derê dibin bila bibin, divê li dijî van komkujiyên artêşa tirk a komkujer ên li ser xaka Kurdistanê ku sivîlan hedef digire, em bikevin nava liv û tevgerê.    Dixwazin Rojava ku bi saya xwîna bi hezaran gerîlayên xwe li DAIŞ’ê şer kir, têk bir û azad bû, dîsa xwe bêxin nava tarîtiyê. Divê tu kurdistanî li dijî vê bêdeng nemîne û bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha em hêzên navneteweyî yên ku qada hewayî ji balafirên dewleta tirk re vekirin jî şermezar dikin. Banga me li hemû meclis û pêkhateyên me, ji jinan heta ciwan, jin, kal û pîran ew e ku li dijî van êriş û komkujiyan xwedî li Kurdistanê derbikevin.”   DBP: BI KOMPLOYAN DIXWAZIN BINGEHA KOMKUJIYAN AMADE BIKIN   Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî têkildarî êrişên Tirkiyeyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Di peyama xwe de ev tişt parve kirin: “Klîka şer a ku hebûna xwe bi şer diafirîne, domandina hebûna xwe di êrişa li dijî Kobanê de dît. Ev hêza ku hebûna xwe li ser înkarkirin û tunekirina kurdan dibîne, li pey digere ku rê li ber şer, serhildan û êşên mezin veke. Mîna kompasa li Îstîklalê, bi komployên ji dûrî aqil û hewl didin bingeha komujiyê amade bikin.”