Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî 2022-11-19 20:19:56   AMED - Li navçeya Pîranê ciwanê bi navê Ekrem Bacak ji ber dûmana sobê fetisî.  Li navçeya Pîranê ya Amedê ciwanê bi navê wî Ekrem Bacak ê 28 salî ji ber duxana sobeya serşokê fetisî.  Li gorî agahiyan, bûyer duh bi şev qewimiye. Serê sibehê dema malbat şiyar dibe ferq dike ku Ekrem Bacak ne di nava ciyê xwe de ye. Bi vê re malbat dibîne ku deriyê serşokê girtiye. Ferdên malbatê gava deriyê serşokê dişikînin rastî Bacakê bê ruh tên. Piştî vê cenazeyê Bacak radikin Saziya Tiba Edlî.  Cenazeyê Bacak îro piştî nîvro li gundê Kiliçê yê navçeya Erxeniyê hat veşartin. Hat hînkirin ku Ekrem Bacak li Pîranê esnaftî dikir.