Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê 2022-11-19 18:45:31 MÊRDÎN - TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê li Mêrdîna Kevin îşaret bi tundiya li ser jinê kirin û ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bang li hemû jinan kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Şahmaranê di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de li Mêrdîna Kevin çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de dowîzên li ser "Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî, Îpek Er û Denîz Poyraz” nivîsandî hatin rakirin û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin. Endamên TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê tevlî çalakiyê bûn. Jinan, di çalakiyê de jinên hatine qetilkirin bibîr anîn û ji bo tevlîbûna meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bang kirin.    ‘JIN, LI TEVAHIYA CÎHANÊ LI QADAN IN’   Di çalakiyê de Emdama Platforma Jinan a Şahmaranê Gulîzar Îpek axivî û dest nişan kir ku ew bi boneya 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li kolanan in. Gulîzarê da zanîn ku li dijî tundiya mêr û dewleta mêrî ew dê heta dawiyê tekoşîna xwe berdewam bikin. Gulîzarê wiha berdewamî da axaftina xwe: “25’ê Mijdarê ku piştî li Komara Domînîkê sê xwişkên bi navê 'Xwişkên Mîrabel' bi destê dîktatoriyê ve hatin qetilkirin, ji aliyê Neteweyên Yêkbûyî (NY) ve wekî Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat îlankirin. Ji 'Xwişkên Mîrabel' heta niha tundî neqediyaye. Em dê li dijî qetilkirina jinan, tacîz û tecawuzê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tundî li ku derê dibe bila bibe em dê li hember wê bisekinin. Jin, li tevahiya cîhanê li qadan in. Piştî Jîna Emînî hat qetilkirin jin daketin qadan û em jî li vir li qadan e. Em dê ji bo jiyaneke demokratîk, ekolojîk, wekhevî û azad tekoşîna xwe berdewam bikin.”   NAGÎHAN AKARSEL HAT BÎRANÎN   Îpekê, Nagihan Akarselê jî bi bîr anî ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin û axaftina wiha bi dawî kir: “Nagîhan Akarsel jî ji bo rastiya di tarîtiyê de tekoşîn dikir û bi sûîqastekê hat qetilkirin. Em şopdarên Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî û hemû jinên ku hatine qetilkirin têkoşîna xwe dê bidomînin û nivîsîna heqîqetê berdewam bikin. Em gavekê jî paşde navêjin."   ‘EM PERGALA KU JINÊ BIN PÊDIKE BAŞ NAS DIKIN’   Endama Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Sîya Akgûlê jî bal kişand ser tundiya dewlet-mêr û wiha got: “Em tundiya li ser jinê û civakê nikarin tenê ji bo çend salan an jî di vê pêvajoya dawî de pênase bikin. Em zemîna tundiyê ya dîrokî dizanin. Em, ev zimanê tacîz û tecawuzê yê desthilatdariya 5 hezar salan baş nas dikin. Em di siyaset, polîtîka û aboriyê de tundiya li ser jinê ya girêdayî dewlet-mêr baş dizanin. Em pargala ku jinê û keda jinê bin pê dike baş dizanin. Ji ber ku mîrateya têkoşînê ji Xwişkên Mîrabel û pevajoyên îdeolojîk ji bo me maye, em dê li dijî vê hişmendiyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di be ku em werin tehtîdkirin û kuştin jî lê em li vir in û kolanên xwe, qadên xwe yên tekoşînê naterikînin. Ji ber ku mafdariya me ji meşrûbûna me tê. Em her kesî vedixwînin tekoşînê. Ji ber ku tundiya îro li hember jinê tê kirin, dê sibê li hember tevahiya civakê were kirin. Em, vê yekê ji kiryarên dewletê û pergalê dizanin. Ji ber ku Jîna û Denîz minaka vê yekê ne. Em dest ji têkoşîna xwe û kolanên xwe bernadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em tên kuştin, lê em mezin jî dibin.”   Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û çepikan bi dawî bû.    QOSER   Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di çarçoveya xebatên bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî Ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li navçeya Qoserê jî serdana malbatan kirin. Jinan, di serdanan de pirsgirêkên jinan û civakê nîqaş kirin.     Her wiha jinan, serdana malbatên Xecê Tanirga ya girtî, nûçegihana Jinnewsê Oznûr Degerê ku di 25'ê Cotmehê de tevî 8 rojnamevanan hatibû girtin û Cahîde Gungor Can a ku hevjînê wê ew kuştibû kirin.