Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn 2022-11-19 15:42:12   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta zarokên bi navên Îlyas û Zekî Dîrîl pirsî.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteya carek têkidlarî windakirinên di binçavan de li dar dixe, vê hefteyê dîsa li pêş Sumerbanka kevn a li Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Winda wîjdan e xwedî li wîjdanê derkeve” hat vekirin. ÎHD’ê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li aqûbeta du zarokên winda daxuyanî da.    Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyanî da û da zanîn ku li gorî daneyên ÎHD’ê 27 zark di binçavan de hatine windakirin. Aydin bal kişand ser windakirina Îlyas û Zekî Îdil ên ku hatin windakirin û wiha got: “Malbata Dîrîl a li gundê Mehrî yê gundê Keldaniyê yê Şirnexê dijîn, di salên 1990'î de dema gundê wan ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin koçî Stenbolê kirin. Di sala 1993’yan de malbat li Stenbolê zehmetiyên mezin dîtin û vegeriyan gundê xwe û mala xwe ya şewitî ji nû ve ava kirin. Zekî Dîrîlê 16 salî ku di atolyeya zêrankariyê de dixebite û pismamê wî Îlyas Diril ê 12 salî li Stenbolê man. Demekê li vir xebitîn, pere berhev kirin. Pereyên ku berhev kiribûn hildan û berê xwe dan Şirnexê da ku biçin mala xwe. Di 2'ê gulana 1994'an de beriya ku bigihêjin malên xwe, li nuqteya leşkeran hatin binçavkirin û birin Qereqola Cendirmeyan a Uzungeçîtê. Di deftera qereqol û odeya ewlehiyê ya li midûriyeta polîsan a bi dîroka 11'ê gulana 1994'an û bi hejmara 18-19'an de hatine qeydkirin.”    DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ NEHAT DAYÎN    Aydin anî ziman ku Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Qilebanê Bulent Serdengeçtî îdia kir ku her du zarok hatine berdan û ser lêpirsînê bi biryara neşopandinê hat girtin. Aydin diyar kir ku malbatan pişt re serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan û her çiqas dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir jî lê dîsa jî kujer hatin parastin.