ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin 2022-11-19 15:22:29   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F’yê” de xwest ku girtiya nexweş Tenzîle Acar bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 556’emîn a “Rûniştina F”  ku her hefteyê pêk tînin, li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xistin. Çalakvanan di çalakiya xwe de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar a di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin. Di çalakiya ku bi tev li bûna gelek parazvanên mafên mirovan pêk hatiye de pankarta “Tedawî maf e, nayê qedexekirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Girtiya nexweş Tenzîle Acar bila bê berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.    Di daxuaniyê de endama ÎHD’ê Meryem Bars diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji bo başbûna girtiyên nexweş astengiyeke mezin e û anî ziman ku nexweşînên zerika kronîk, tuberkuloz ên Tenzîle Acarê hene û xwîn ji qirika wê tê.    BI PANDEMIYÊ REWŞA WÊ GIRANTIR BÛ   Bars bal kişand ser agahiyên ku parêzerê Acarê dane wan û destnîşan kir ku piştî dema pandemiyê pirsgirêkên Acarê hatine piştgûhkirin û rewşa wê girantir bûye. Bars da zanîn ku li gel parêzêrê Acarê dayika wê jî hin agahî bi wan re parve kirine û wiha axivî: “Heya niha tenê carekê, ew jî piştî ku 4 sal bi ser girtina wê re derbas bûne ew birine nexweşxaneyê. Dema ew biribûn jî bi pişt ve kelemçe kiribûn. Acar ji ber ku xwestine wê li cem leşkerên mêr tedawî bikin tedawîbûn red kiriye.”      Bars di axaftina xwe ya bi malbatê re anîbû ziman ku berpirsyariya rayedarên girtîgehê di xirabûna rewşa wê de heye.    Bars da zanîn ku tenduristî û mafên jiyanê yên girtiyan di berpirsyariya dewletê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet berpirsyar e ku şert û mercên girtîgehan li gorî standardên mirovan saz bike û astengiyên li pêşiya tedawîbûna girtiyan rake û wan tedawî bike.”     Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.